Wey şêx û mela bi qurbana te bin rebbî!

Abdûllah El Kurdî

Şêx û melayên Tirk, Ereb û Faris, bi sedê salan e ku li ser navê ummetê û li ser navê bratîya îslamê dengê xwe ji qirkirin û kujtina Kurdan re nakin, çavên xwe jê re digirin û xiyanetê hem li îslamê, hem li Kurdan û hem jî li xwedê dikin. Kurdên ku wek hemû mirovan beşerên xwedê ne, ji alî dolheram û zinêkarên dagîrkerên Kurdistanê ve tên înkar û tunekirin. Şêx û melayên wan, oldar û dîndarên wan dagîrkeran jî di xizmeta dewleta xwe de ne û li ser navê xwedê, pêxember û îslamê înkara Kurdan dikin. Oldar û dîndarên ku ji sibê heta êvarî dijminatîya Îsraîl û Cihûyan dikin, di mijara Kurd û Kurdistanê de nagihên nenûka wan Cihûyan. Ew Cihûyên ku Tirk, Ereb û Faris ji xwe re kirine armanca êrîş û tohmetkarîyê, ji gellek misilmanên zinêkar û tarikselat zêdetir xwedî li Kurdan derdikevin.

Axir…

Di merasîma şîna boksorê navdar Muhammed Alî de xêrxwazekî Cihû dîsa xwedî li Kurdan derket û lotikek li dewleta Tirk û serokkomarê wê Erdogan xist. Malbata Muhammed Alî Erdogan ê ku qaşo ji bo axavtin û şowê çûbû merasîmê, paşûpê li kerê siwar kirin û berê wî dan Tirkîyê. Nehiştin ne Erdogan biaxive, ne quranê bixwîne û ne jî karibe bêje ez lam û cîm.

Werhasil, Haham ê Cihû (yanî mela û keşeyê Cihûyan) Mîchael Learner, di merasîma şîna Muhammed Alî de axavtinek qerase kir û mîrkutek şidyayî li nav serê Erdogan û dewleta Tirko xist. Mamê me Haham Mîckael Learner, di axavtina xwe de hem dewleta xwe Îsraîl rexne kir, hem jî dewleta Tirko rexne kir û got: “ Binerin oxlim, ji rayedarên Îsraîlê re bêjin bela hew Filistînîyan bikujin. Ji rayedarên Tirko re bêjin bela êdî bes Kurdan bikujin“ û da bin dûvê herdu dewletan.

Ez serê we neêşînim, gunikreşîya ku mamê me Haham Mîckael Learner di nava deh deqîqeyan de kir, şêx, mela, oldar û dîndarên Tirko, Erebo û Fariso bi sedê salan e nekirine.

Ê de ka bêjin qurban:

Îcar kî mirov e, kî mirovperwer e, kî oldar û dîndarê rasteqîn e, kî qencê xwedê ye û kî dolheram û zinêkar e?

Şêx û melayên Tirko, Erebo û Fariso, yan Haham û Cihû?

Îcar kî li bihuştê 72 horîyên germik û nermik heq dike yabo qurban?

Amerîka

About The Author