Ev tir ji wî re jî nema, ew jî çûûûûûûû!

Bavê Cengo

Xêr û guneh di stuyê zinêkarên DAÎŞê de be. Dibêjin zinêkarên DAÎŞê di malpera xwe ya înternetê de (Amag) daxuyandine û gotine: “ Ez bi serê bavê we kim, balafirên kafir ên Amerîka û koalîsyênê tir ji xelîfeyê me Ebûbekir el Bexdadî berdan û ew kujtin. Bexdadî di roja pêncem a meha Remezanê de berê xwe da axretê û koç kir“ filan û fîstan.

Yanî, zinêkarên DAÎŞê, di malpera xwe de piştrast kirin ku serok û xelîfeyê wan Ebûbekir el Quzêkerê hatiye kujtin û berê xwe daye cehnemê.

Li gor saloxdanên sîxurên Lotikxanê, Bexdadî neçûye bihuştê û bi 72 horîyaên germik û nermik şa nebûye wesselam..

Heke rast be, oxira wî ne ya xêrê be û rehma xwedê ne lê be rebbî!

Qamişlo

About The Author