Bûye profesor, lê nebûye insan

Kesê heywan be, navê xwe li xelkê dike û bawer dike ku herkes wek wî heywan e. Ev serê çend salan e, bi taybet jî ev du sal in, li Tirkîyê ewqas oldar û dîndarên sextekar û zinêkar çêbûne ku nayê gotin. Ji zinêkarîya zarokan bigirin heta bi tecawiz û destdirêjîya keç û jinan, ji dizî û vir û derewan bigirin heta bi bazirganî, gendelî û bertîlxwarinê, her tiştên pîs li ser navê xwedê, pêxember û ola îslamê dikin. Heke van zinêkarên heram bawer kiribûna ku birastî jî axret, bihuşt û cehneme heye, bawer bikin ev gû nedixwarin û li ser navê xwedê nedidan lotik û zîtirkên kerîkî û bergîlkî.
sofi-xelef1
Axir..

Ê de binerin bê endamê Dezgeha Diyaneta Tirkîyê û zinêkarê heram Prof. Dr. Mustafa Aşkar di kanala televizyona dewletê TRT de çi zinêkarî kiriye.

Profesorê ku bi salan xwendiye lê hê jî nebûye insan, di bernama TRT de daye zîtirkên bergîlkî û dibêje: „Jina min ji min berdayî be, bi heft telaqên jinberdanê, kesên ku nimêj nekin heywan in“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Hûn profesorên Tirk dibînin ne bê çi profesor in?

Yanî heywan bi heywantîya xwe jî van gotinan dibêjin?

Law oxlim, di kîjan ayet û hedîsan de hatiye gotin ku „kesên nimêj nekin heywan in“ ewladim?

Ma hema dinya ji misilmanan, ji îslamê pêk hatiye, kundir?

Zêdeyî 5 milyar insanên ku ne misilman in û îslamê naparêzin, ji îslamê direvin hene, yan kesekî wek te biaqil di nav wan de tuneye?

Erê lo..

Mêro bûye profesor, lê hîna jî nebûye insan, hîna jî insan û heywanên mîna xwe ji hev nas nake kuro.

Wey weleeeddddd…..

Mêrdîn

About The Author