Aldarê me got „Konfederasyon“ kuro..

Bavê Cengo

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û berpirsek ji yê PYD Aldar Xelîl, ji televizyona NRT re da lotikan û behsa  Başûr û Rojavayê Kurdistanê û konfederasyonê kir.

Qeraseyê zilaman û mêrê bi sed mêrî xalê me Aldar Xelîl, berî niha ji pêşmergeyên Kurdistanê re digot „çete“ û bi mîrkutan radibû ser serê PDK û Barzanîyan. Lê xuyaye piştî go mêrê sê jinan xalê me Donald Trûmp çekên giran dane wan, kêfa Aldarê me li cî ye û xweş diaxive, lotikên xweş davêje.

Axir…

Aldarê me simbêl ba dan û ji televizyona NRT re got: „Bi namûsa mêrê berê, Herêma Kurdistanê û Kurdistana Rojava (Bakurê Sûrîyê) karin di bin sîya konfederasyonê de bên cem hev. Guhertina sînorên Iraq û Sûrîyê ji dibe ku di xêra Kurdan de be. Em karin di bin sîwana konfederasyonê de bên cem hev. Guhertina sînoran tiştekî din e. Lê belê heke guhertina van sînoran gengaz û mimkin be, helbet wê ev ji bo Kurdan û ji bo Kurdistanê pêşketinek berhemdar be. Lê çareserîya van sînorên paraztî jî heye, ew jî yekîtîya di bin sîstema konfederalîyê de ye“ filan û bêvan û kiras û xeftan.

Aha wilo xwedê jê razîyo!

Ha wilo behsa tiştên xweş bikin law.

Behsa konfederasyona Kurdan bikin, behsa yekîtîya Kurdistnê bikin, behsa rakirina sînorên Kurdistanê bikin. Ma heta kengî wê dirî û strîyên wan sînoran di qûna me de rabin babam, wey..

Yabo ka hûn werin cem hev bavo, hûn dixwazin di bin konfederasyonê de têncem hev, di bin Kurdistanek serbixwe de tên cem hev, di bin konekî koçeran de tên cem hev, ne xem e.

Werin cem hev werin werin..

Werin cem hev û çayekê, qehweyekê bi hev re vexwin, goştê mirîşk û elokan bi hev re bixwin, çend cîxareyan ji tûtina qaçax bipêçin û bidin hev, ma çi ji dûrketin û neyartîyê derdikeve xalo can…

Qamişlo

 

 

Z.B

About The Author