Reşo dîsa zewicî law

Hesen Almas

Fûtbolgêrê kevnare û navdar Pele, dîsa lê rabû û cara sêyem zewicî. Her çiqasî me jê re got ku „law mala xwe nebe mîratê, tu du caran zewicî û te têra xwe nîhandin kirin, bes e oxlim“ jî, lê mêro bi ya me nekir.

Axir, lîztikvanê gok û fûtbolê Pele, berî niha du caran mala xwe biribû mîratê û zewicî bû bavê pênc zarokên reşik bû. Piştî ku herdu jinên xwe berdan û ew şandin malbavanan, dîsa lê rabû û hedana wî bê jin nehat. Mêro rabû di 75 salîya xwe de bi xanima germik û nermik Marcia Aoki Cybele re zewicî û dest bi lotikan kir.

Di vê derbarê de me jê pirsî:

„Birêz Pele, law reşo, gelo di 75 salîya xwe de tê karibî jina sêyem îdare bikî oxlim, ma fîşekên te mane?“

Bû tîqetîqa wî, kenîya û got:

„Kuro law ma çawa nikarim jina sêyem îdare bikim xwelîser. Ez bi koka xwe Afrîkî me, reşik û beşik im. Xiyarê nav lingê min nîv metroyê dirêj e, ne ditewe, ne sist dibe û ne jî dişkê. De îcar xweş e ha, law Reşo Beşo Obama 200 milyon Amerîkî îdare dike, ma yekî wek min wê nikaribe jina sêyem îdare bike kero“ û girêza devê wî herikî.

Werhasilî kelam, Peleyê me cara sêyem zewicî û gîha miradê xwe.

Ê de aqûbet li serê we be jî rebbî…

Amerîka

About The Author