Kız Kereçi Xatun Olmaz!

Mêro boxboxakî mêran bû, çû dil ket qîza qereçî, wek yê ku heft salan dil ket çavên beqê! Di bîr û baweriya wî de, wê keçika qereçî jê re bibe jin û diya zarokan! Gunehê mirov çiye, dema dil bibije qereçîkê, beqekê, marekî yan dûvpişkekî? Dema dil hez dike, çav kor dibe û mejî jî bê bandor dibe. Mebesta min di vê meselê de, ne şikandina hestê qereçiyan e, yan bêrêzîya wan e, qereçî jî mirov in û dibe gelek caran ji ew kesên bi esl û fesil baştir û bi rûmettir bin.

Werhasil dilşewityo çû ew keçika qereçî bedew anî û di qesrek wek qesra Çankaya Ordoxanpaşayê Enadolî de danî. Di nav wê xêr û bêrê de, mehek, dido, sisê…derbasbûn, kêêêf û xweşîye û bazara petêx û xiyaran e!

Zanayekî olî Îraqî heye, navê wî Ahmed Qapançî ye, jîr û jêhatîye û gelekî rexnan li ola islamî digre. Berî çend rojan guhdarî gotineke wî bûm, digot: Misilman qala buhiştê dikin û dibêjin ku mirov çi bixwaze tê ber destên wî, hezarên horiyan li dora wî ne û nizane wê ji kê derxe û têxe ke. Êê başe, salek, dido , melyonek sal, heta heta…her rûniştî, xwarin û kutan? Eger buhişt wilo be hema ez yekem kes ku min ew buhişt navê û cehneme ji bo min baştire, eger mirov kar neke, bi destên xwe darekê neçîne û pêre mandû nebe. Ma çi tama fêkiyên wê darê heye?

Qapançî wilo berdewam dikir.

Em bên ser jinika qereçî. Ew jî pepûkê di malê de rûniştî bû, xwarin û vexwarin û xiyarên qeşartî, nazik û germik. Ev bazar li gor kêfa dilê wê nebû û xwest li karê bav û kalan vegere. Her pencereyek qetek nan lê danî û pars ji wan kir, çû ber vê pencerê: Yadê ka parîk nan, û çû ber wê pencerê: Bavo ka parîk nan. Dema tirropaşa hat malê, çi binêre! Jinik, ji ber vê pencerê diçe ber wê pencerê û daxwaza qetek nan li wan dike. Hema wî jî dirêj nekir, bi destê jinikê girt û avêt derveyî qesrê û gotê: Kız Kereçi Xatun Olmaz! Yanî qîza qereçî nabe xatûn.

Ez bi serê qizqereçîya bedew û ciwan kim, Kurdên me jî qet nabin demoqrat! Ji Başûr bigre heta Rojava û ji Bakur heta Rojhilat, nabin demoqrat! Yek bi destê qaşo serokê perleman digre û tavêje ser sînorê Hesenan û Hînderan, yek jî dibêje ku xelkê vî welatî gotina dibêjin, sema dikin, ji xwe re li def û zurnê dixin, ew ne hesaba ji wan dikin û ne jî bandorê li xiyarên wan dike. Yek bi çeplê Kurdekî digre û tavêje nav netebityê û dibêjê: Here û careke din li vî welatî nevegere!

Ma qey wî ew welat, li ser navê bav û kalên xwe tapo kiriye laaw!

Elawekîl cardî Kurd bûne Mahmûdkî û Etmankî!

Di vê sedsalê de, zahmete Kurd bibin demoqrat û ta sedsaleke din, xwedê mezine!

Li dawîyê ez jî dibêjim: Kurd lideri demokrat olmaz!

Kurdistan, 24.3.2017

 

About The Author