Mrz 28, 2017

Monat: März 2017

Kerkûk, dagîrker bûn peppûk

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Berî demekê parêzgerê Kerkûkê xalê me Necmedîn Kerîm lotikek pîroz avêt û dilê me xweş û geç kir. Zimanê Kurdî li Kerkûkê kir fermî û ala Kurdistanê jî li asîmanê Kerkûkê daliqand. Evê lotika xalê me Necmedîn Kerîm dilê Kurdan xweş û dilê dijminan jî reş kir. Kurd pê dilşa û dijmin jî pê virikî […]

Kerkuk û hildana ala Kurdistanê

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
ELÎ EWNÎ Şer û tekoşîna Kurdistaniyan pirsa hebûn û nebûnê ye. Pirsa hebûna miletekî ye li ser axa xwe. Ev negirifta maf û deskeftên maddî ye. Weke hindek kesên nesiyasî vê yekê bi çend mafên mîna xwendinê bi zimanê dayîkê, yan hebûna çend wezîr û rêvebiran yan jî pirsa saman û neftê biçûk dikin. Jixwe […]

Kerkûk dilê Kurdistan e

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Z.Brîndar Bajarê Kerkûkê ji bo Kurdan dil e, dilê Kurdistnê ye. Bi taybet Tirkiye, Îran û Iraq naxwazin Kerkûk û dewlemendîya Kerkûkê ji destê xwe berdin. Bi her lîztik û plnan û projeyan dixwazin Kerkûkê ji Kurdistanê cuda bikin da ku Kerkûk ji destê Kurdan derkeve û nebe bajarekî Kurdistanî. Di dema Saddam Hisên de […]

STRANA MEZRA BOTAN

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Mezra Botan.. Tu karî bêjî berî niha bi çend hezar salan tiliyên me di zeviyên te de şûn vedane. Ka bihêle ku dîroka derewîn li berxwekeve, bê ji hewdikê te pêşî kê av vexwariye û li ber siya darên te xwe vezelandiye, bindestî, serfirazî û şerê me tu baş zanî. De serê xwe li me […]

Kerkûk dilê Kurdistan e

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0

Pêvajoya Aştiyê mîna kemînekê bû.

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Pêvajoya Aştiyê mîna kemînekê bû. Bi rojeveke pûç û beradayî serî li kurdan kir tara bêjingê. Kurdan bi seriyekî germ xwe li wê kemînê qewimandin, mîna kewên gozel yek bi yek ketin wê kemînê. Ewil bi aştî, demokrasî, biratî, wekhevî û aramiyê mejiyê kurdan nermijand; dû re navê Kurdistan bi xelkê şêrîn kir, herî dawî […]

Kız Kereçi Xatun Olmaz!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Mêro boxboxakî mêran bû, çû dil ket qîza qereçî, wek yê ku heft salan dil ket çavên beqê! Di bîr û baweriya wî de, wê keçika qereçî jê re bibe jin û diya zarokan! Gunehê mirov çiye, dema dil bibije qereçîkê, beqekê, marekî yan dûvpişkekî? Dema dil hez dike, çav kor dibe û mejî jî […]

Amerîka bi mastê Kurdekî têr dixwe

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hesen Almas Nebêjin mast bi kêrî tiştekî nayê û meriv bi firotina mast dewlemend nabe. Kurdê Ezircanê û paşayê eşîreta mastê „Chobanî“ ê AmerîkayêHamdî Ulukaya, bi firotina mast bûye milyarderek ji milyarderên dinyayê û zikê Amerîkîyan bi mast têr dike. Li gor lêkolîna kovara Forbesê, di lîsteya herî dewlemendên dinyayê de du Kurd jî hene. […]

Ekolojîk hevaller

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hevallerên me ji bo go serê Kurdan bişon û wan ji bîr û hizrên netewayetî dûr bixin, ji 101 bîran avê dikêşin, wan bi fikir û îdeolojîyên berî hezar salî dixapînin û mejîyê wan bi heyvanê Tirkolojîk dimeyînin. Cîgerim hevaller dane dû qûna demokratîkkirina dewleta Tirko û virqo û berê Kurdan jî dane jiyana berî […]

Kurd bi nirxên xwe yên netewî dijîn

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Her millet bi nirxên xwe yên netewî li ser pîyan dimînin û dijîn. Çand, ziman, dîrok û kevneşopî, cil û berg nirxên netewî ne. Milletê ku li nirxên xwe xwedî dernekevin, zû wenda dibin û ji nav rûpelên dîrokê direvin. Sedemek ji hebûn û zindîmayîna milletê Kurd jî paraztina van nirxên netewî ne. Di serî […]

Nota

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0

Kê YNK parçe kir?

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Mihemed Soran Wek hûn zanin kezebno, piştî nexweşketina Mam Celal YNK bû wek tirşika tevlihev û pirsgirêkên wê xelas nebûn. Beşek ji YNK tirşika Kurdistanê û beşê din jî tirşika Îranê dixwin. Parçebûn, duserîtî û pirsgirêkên YNK berdewam in wesselam.. Heta niha me digot qey sofîk û melayên Îranê tilîya xwe dixin nav YNK û […]

Doktorê „Nexweşxaneya Muhemed Resûlullah“

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Bawer bikin ewqas zanîngeh, profesor, şîrket û dezgehên tendirustîyê belasebeb û bê wate çêbûne. Ewqas mesref û serfkirina pareyên mezin belasebeb in. Ez di şûna wan de bim, ezê bê mesref û bê serêşandin wan dezgehan têxim bin desthilatdarîya Mela elî Kelek û ji serêşandina nexweşî û nexweşîyên mirovan xelas bim. Ma cîhê ku profesor […]

Dahola cenga birakujiyê li Başûr lêdikeve

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ev endamê rêbaza me kîna li hember PKK  ew kur kirine allahwekîl û mala xwe ü ya me jî dane ber mîratê. Ku ev bin partî û serokên me, mala me viritî û Kurdistan vê sedsalê jî bû xewn. MÎT a Tirk agir berdaye hêviyên me û em jî tifî ser û çavên hev dikin. […]

Çêlekên Holandî

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0

Al û rojava

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0

Ka ma çawa çêbû heval!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Gerîllayê Bênav Dibêjin bi tir û fisan tenûr germ nabe. Lê xuyaye heval û yoldaşlerên me ne tenê tenûran, şikeft û newalan jî bi tir û fisan germ dikin. Ê başe, heta kengî bi vî rengî heval? Birastî lo, ka we li ser çiyayên Şingalê balafir çêkiribû, we du pîlotên jin jî di „Akademîya Balafirxaneyên […]

Îja hîn nuh Holandiyan pê girt!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hi ihi! Îja hîn nuh holandiyan pê girtin! Çêlekên wan li ber dengê Nîhat Dogan, êm dixwarin, şîr didan, ew şîr dibû penêr û bi wî penêrî debara xwe dikirin, rebenan. Bi baweriya min, piştî vê biryara Nîhat dewleta Holandayê yê dest bi dîplomasiyeke berfireh bike, da ku Nîhat Dogan li wan were rehmê. Me […]

MİROV û ZİMAN

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
ŞEREFXAN CİZİRİ Zimanekî bê mirov û mirovekî bê ziman gelo wê çawa pêşbiketina? Ma zimanê kevir û daran heye? Gelek caran weke şibandinekê em dibêjin; zimanê çûkan! Lê eşkereyê ku dengê çûkan heye lê zimanê wana weke yê mirovan tuneye. Zimanê mirovan tiştekî taybet e, xas e û yê ku mirovan ji hebûnên din vediqetinê, […]

KCK, rêgira Rojava

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ji bo Suriyeyê heta nuha çar civîn li Cenevê, çend civîn jî li Astanayê hatin lidarxistin. Tevî gelek hewlên PYDê û yên navneteweyî, ne ew, ne jî rêvebiriya Rojava di civînan de beşdar bûn. DYA û YE ne li hember in, Rûsyayê  vekirî dil heye ku ew jî beşdar bin. PYD nikare di gelek civînên […]

Daweta bi çarox

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Faris Kilso Ez çi serê we neêşînim. Dengê hîrîna hespekî di axurê zilamekî feqîr de hat. Zilamê feqîr çû axur. Malikê tu xeranebe! Hespekî zîn û zengokirî, li ber alif girêdayî, ber tije ka û ceh bû. Xirmîna hespê bû û êmê xwe dixwar. Zilam destê xwe danî ser hespê, bi ser zîn, zengo û […]

Hêvîya Amedsporê maye Azîze xanim

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Pişo Mihemed Xaltîka me Azîze Ay evîndara fûtbolê ye. Xeyalên wê ew bû ku bibe lîztikvanek baş û di grûpên fûtbolê de bilîze. Lê ji ber sedemên malbatî, xaltîka me Azîze Ay nikarîbû wan xeyalên xwe pêk bîne û bi wê histerê mezin bû heta go bû 49 salî. Xaltîka me Azîze Ay, bi alîkarîya […]

Yaboooooo…

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Bengîn Elegez Jinên bedew li her derê bedew e. Çi di jiyana sivîl de, çi di jiyana leşgerî de, ferq nake. Îro li seranserê cîhanê, li piranîya welatan jinên leşger hene. Di piranîya artêşên dewletan de jin jî wek zilaman leşgerîyê dikin. Hem jî leşgerên herî bedew û spehî jin in. Bi taybet jinên Rûs […]

Kurmanc û tîtî

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Dilsotî Birano hûn zanin „Tîtî“ çi ye? Belê, belê navê tilorekî ye, ku li dor gundên Kurmancan dijî….Yanê bi kKurmancan re dijî. Û gava du kes bi hev re bijîn, sincî û adetên hev jî radikin. Êêêê… We niha naskir Tîtî çi ye û kî ye. Baş e! We heya niha refên Tîtîyan dîtine? Nexêr, […]

Beasiyên Kerkûkê

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hikûmeta Iraqê berî niha biryarek însanî wergirtibû. Li gorî wê, erebên ku di dema Saddam de li Kerkûkê hatibûn bi cîhkirin dê vegerin cihên xwe. Biryara hikûmetê însanî ye. Ji ber ku çi kes naxwaze bi zorê ji cihê xwe bê rakirin û li welatekî din bê bicîkirin. Diyar e ku jiyana li sirgonê mîna […]

Dev ji Erebên qûnreş bernadin

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Mistefa Kerkûkî Hinek ji Êzdîyên me di dema Saddam de jî heman tirşik bûn, îro jî dixwazin tirşika Erebên qûnreş bixwin. Ê çima baba? Ma tirşika Erebên qûnreş ji tirşika Kurdan xweştir û lezîztir e? Çima hûn pişta xwe didin brayên xwe yên Kurd û berê xwe didin Erebên hov bracan? Axir… Bi saya PKK […]

Dema fîlên serxweş!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Raca Xan Ajansa Nûçeyên Bangladejê ragihand ku li herêma Şerpûrê fîlên serxweş êrîşî gundîyan kirine, çend lotik li zilaman xistine û ew di bin gewdeyên xwe de perçiqandine. Li vê herêma ku nêzîkî sînorê Hindistanê ye, di salên dawîyê de gellek caran gundî bûne armanca êrîşên fîlên çavsor û heta niha sîh (30) kes mirine. […]

Ha eşekçalan, ha Tirkoxlî

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Pişo Mihemed Kurd çima ewqasî aşiq û evîndarê Tirkan û paşnavê Tirkan e nizanim. Heçê  kompleks û xwelîserîya koletî û bindestîyê pê re hebe, ha we dît navê xwe yan paşnavê xwe kir Tirk-Tirkoxlî û tu dibê qey dibin Ristemê Zal. Kuro oxlim, heke şexsîyet bi we re tunene û kesayetîya we xerabe be, hûn […]

Qûna tazî tembûrê dixwazî

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Heger ew qûn qûna karkeran bûya, ew ê ewil xwe ji wê birçîbûn û belengaziyê rizgar bikirana. Loma jî, bi birçî û belengazan anku bi sinifa karkeran şoreş çênabe. Şoreş bi reformên radîkal mimkun e û radîkalî jî karê ziktêran e, ne yê birçî û belengazan. Û problema mezin jî, sinifa ortê ye ku ji […]

Dansê bikin û bidin lotika

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Wek hûn zanin, stres û xirecira zêde mirov ji hal de dixe û hetta tirê ji meriv berdide. Îcar Pisporê Nexweşîyên Hindurîn ê Nexweşxana Almanya Dr.Jan Klod Kayûka dibêje ku, “ dermanê stres û westana zêde dans û spor e. Dans (reqs) bandorek pozîtîf li gewde û lebatên meriv dike û dihêle ku meriv ji […]

Ji Başûr re serxwebûn, ji parçeyên din re federasyon

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Dr. Îkbal Durre   Ji bo têgihiştina sedema yeknebûna kurdan divê ji perspektîveke dîrokî li meseleyê bête nêrîn. Rewş ne tenê ji ber şertên îro ne. Ji bo nimûne, di bingeha nakokîyên di navbera PDK û YNKê de rexneyên Brahîm Ehmed (Xezûrê Celal Talabanî) yên li hember malbata Barzanî hene, ku heta asta piçûkxistinê jî […]

Çolajan, ne xeyar e, ne bacan

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Zinar Qelemşûr Serok Barzanî bi siyaset û dîplomasîya xwe qûn li gelekan qetandiye û diqetîne. Barzanî diçe ku ala Kurdistanê jî bi xwe re dibe û di dilê wan de diçikîne. Piştî ku Serok Barzanî hat Tirkiyê, tofan û qiyamet li Tirkiyê rabû û Kemalîstên Tirk û Kurd bi yek dengî wek keran ziriyan û […]

SEREK û SEROK

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Serek, zindîtî, merivtî, netewetî, baweriyên dînî û bêdînî diparêzin û lê xwedî derdikevin. Serekên netewên bindest rind dizanin ku netewên bi serê xwe nebin, nikanin li van hêjahiyên sereke yên merivahiyê xwedî derbikevin. Serok, xudbîn, çavsor, newêrek, sivik û derewkar in. Serokên netewên bindest dema dikevin destên dijminên xwe, dikanin xwe û peyrewên xwe bispêrin […]

Sînan Eyo bi çolan ket

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ahmedê Berazî ahmedeberazi@yahoo.de (ji bîranînên min yên li Şingalê di meha 12.2016 an de) Navê dînê Amûdê derketiye yabo. Ha ji we re yek ji dîn û harên Serêkaniyê. Deqê Êzîdxanê. Kilê çavên qîzikên gundê Çafa. Selefîstê Êzîdxanê. Teyrê bazê Êzîdxanê. Xweşmêrê Hevbendiya Êzîdiyên Sûrî. Şehim, Mazot û Quncirê Êzîdxanê. Mêrê bi sed mêrî Sînan […]