Dema fîlên serxweş!

Raca Xan

Ajansa Nûçeyên Bangladejê ragihand ku li herêma Şerpûrê fîlên serxweş êrîşî gundîyan kirine, çend lotik li zilaman xistine û ew di bin gewdeyên xwe de perçiqandine. Li vê herêma ku nêzîkî sînorê Hindistanê ye, di salên dawîyê de gellek caran gundî bûne armanca êrîşên fîlên çavsor û heta niha sîh (30) kes mirine.

Rayedarekî Pakîstanê ji me re got: “Fîlên herêma me berê ne wilo êrîşkar bûn, sernerm û milayîm bûm. Lê ji dema ku flîmê Bahman Gobadî yê bi navê Dema Hespên Serxweş derketiye û pêde, fîl û heywanên herêma me wek serxweşan li wan hatiye û êrîşkar bûne. Sebeba serxweşbûna fîlên me Bahman Gobadî ye. Heke Bahman Gobadî fîlmê „dema hespên serxweş“ çênekiriba û fîlên me jî li wî fîlmê serxweş temaşe nekiribûna, ev tofan nedihat serê me û fîlên me. Em di neqeba Xelîl û Celîl de mane. Niha em bi Eşîreta Fîlên Bangladejê re civînên pêvajoya aştî û çareserîyê çêdikin“ filan û fîstan..

Ez serê we neêşînim, xuyaye Bahman Gobadî bi fîlmê Dema Hespên Serxweş bûye sebebê guhertina anatomî û genên heywanên dinyayê.

De bila destên wî sax bin û hew.

Lê xwezî heywanên Tirk, Ereb û Eceman jî wek fîlên Pakîstanê dîn û har bibûna û bazdana ser gund û bajarên wan.

Lê kaaaaa.

Ma yabo ew bi xwe serxweş û dîn û har in, ma çi heycewî heywanên wan in!

Bangladej

About The Author