Ha eşekçalan, ha Tirkoxlî

Pişo Mihemed

Kurd çima ewqasî aşiq û evîndarê Tirkan û paşnavê Tirkan e nizanim. Heçê  kompleks û xwelîserîya koletî û bindestîyê pê re hebe, ha we dît navê xwe yan paşnavê xwe kir Tirk-Tirkoxlî û tu dibê qey dibin Ristemê Zal. Kuro oxlim, heke şexsîyet bi we re tunene û kesayetîya we xerabe be, hûn nav û paşnavê xwe bikin Tirk-Tirkoxlî jî fêde nake û hûn qûna xwe biçirînin jî hûnê dîsa ew gû bin.

Axir..

Li Siwêregê, bi navê Mehmet Eşekçalan Kurdekî reben heye. Kurdîya Eşekçalan Kerdiz e. Ango, kesê keran didize.

Mehmet Eşekçalan, yanî Mihemedê Kerdiz ji paşnavê xwe aciz e, dixwaze ji dizîya keran azad bibe û paşnavekî minasibtir li xwe bike. Mihemedê me gotiye: ”Ez ji ber  paşnavê xwe şerm dikim. Dema ez paşnavê xwe dibêjim, her kes bi min dikene. Li eskerîyê bi zanebûn gazî min dikirin û bi dengekî bilind digotin ”eşek oglu Eşekçalan çabuk gel eşek oglu eşek.(Kurê kerê kerdiz zû were!) Min niha paşnavê xwe daye mehkemê ku biguherim û bikim Turkoglu (kurêturk)”.

Kuro ehmeqê Xwedê, hey malnexirab, Eşekçalan hezar qatî ji Turkoglu çêtir û qenctir e xwelîser!

Bela paşnavê te wek xwe orîjînal bimîne hey îsotçî.

Ha Eşekçalan ha Turkoglû, ma ferq çiye ewladim!

Ez bi serê xwe û te kim, heke eşîret û komeleyên kerên Tirkiyê bibihîzin û zanibin go tu ji paşnavê Eşekçalan acizî, wê rabin ser tapanan û gilîyê te li dadgehê bikin allahwekîl.

Eşekçalan kerdiz be, Tirkoxlî jî qantirdiz e xwelîser…

Ruha

About The Author