Ahmedê Berazî
Welahî, bileh û tileh, bi sê navê xwedê, min tiştek ji van Kurdên binxetê fam nekir.
Kuro oxlim, ji Helebiyan bêhtir li ber Helebê dikevin û bi ser de jî digrîn.
Kuro bira, Heleb hemî bi qurbana gundekî Kurdan yê herema Babê be.
Mane ev bênamûs bûn hero xaniyên me li Şêx Meqsûd bi ser me de hildiweşandin?
Mane ev bênamûsin hero herema Efrîn û Kobanê didin ber devê topan?
Mane ev bûn yê ku li Helebê digotin: Lebêk ya ûxta û mîna gurê har êrîşî şêx Meqsûd dikirin?
Ha ji we re binxetîno, wa ew qûndeyên rîhgenî hemî birin herema Şehba û bera ser û çavên me Kurdan dan.
Allahwekîl, min bi şev û roj dua dikirin ku Beşarko yekî ji van heraman nehêle û kerê wan di korê wan ve derêxe.
Ya axwî kurdên Rojava, her kes bi ser miriyê xwe de digrî û li berjewendiya xwe dinere. Yê me jî berjewendiya me di tunekirina van heramzadan de ye exûyî.
Bi Quran ew jî mîna Behsiyan genî ne û koka me dikolin.
Bêgoman ez qala belengazê sifîlan nakim, ez tenê qala wan çekdarê qûnde dikim. Şoreşgerên dizek
şoreşa dizek û munafiqan serê wan bixwe, ji xwa heroj serê wan dixwe.
Negrîn oxlim negrîn, bi ser xwe de bigrîn.
Ji ber rojên bên gelekî zorin.
Rojavayê Kurdistan
Herêma Kurdistanê bûye otobana dîplomasîyê
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê