Çepikvano dîsa li çepikan xist

Cenbelîyê Botî

Hinek Kurd hene ewqasî ji qûnalastina dijminên xwe hez dikin ku nayê gotin. Yanî ji bo berjewendîyên xwe karin dînê xwe, îmana xwe, welat û milletê xwe jî bifroşin, ku difroşin jî. Ji bo ku xwe li ber dilê dewletê şîrîn bikin û çend qirûşên zêdetir bistînin, tiştek namîne ku nakin.

Aha ji we re şivanê Colemêrgê Aydin Aydin..

Lotikvanê Colemêrgî û qirdikê çepikên TRT Kurdî (TRT 6) Aydin Aydin, wextê ku Tirkiyê balafira Rûsan xistibû xwarê û Rûsya ambargo danîbû ser Tirkiyê, Aydin Aydin efendî albûmên wî yên ku di klîpên wî de mankenên Rûs hebûn, şewitandin û qaşo ambargoya Rûsya protesto kiribû.

Û niha?

Niha jî dîsa xwelî li serê xwe kir û ji bo xatirê Erdogan û dewleta Tirk dest bi şewitandina dolaran kir.

Çima?

Ji bo ku qaşo Amerîkayê şermezar û protesto bike.

Kuro hey xwelîser, ji te re çi?

Ma li Colemêrgê feqîr, hejar, tî û birçî tunene ku tu wan dolaran bidî wan û xêrekê bi xwe bikî oxlim?

Li şûna ku tu wan dolaran bişewitînî, te bi wan dolaran zikê Colemêrgîyan têr bikira ne çêtir bû?

Yanî ji bo tu di TRT Kurdî de çend bername û çepikên zêde bistînî, ji bo çend hestî û dolarên zêde bavêjin ber te, te ji xwe, bavê xwe û ji Colemêrgîyan şerm û fedî nekir xwelîser!

Colemêrg

aydin

About The Author