Dev ji Erebên qûnreş bernadin

Mistefa Kerkûkî

Hinek ji Êzdîyên me di dema Saddam de jî heman tirşik bûn, îro jî dixwazin tirşika Erebên qûnreş bixwin.

Ê çima baba?

Ma tirşika Erebên qûnreş ji tirşika Kurdan xweştir û lezîztir e?

Çima hûn pişta xwe didin brayên xwe yên Kurd û berê xwe didin Erebên hov bracan?

Axir…

Bi saya PKK û sofîk û melayên Îranê gelek Kurdên Êzîdî bûne dijminê Kurd û Kurdistanê û Kurdbûna xwe înkar dikin. Bi taybet li Şingalê lîztik û dek û dolabên kirêt li serê Kurdên Êzîdî tên gerandin. Ji bo rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigirin, Kurdên çeqilmast her tirşikê dixwin. Bi taybet tirşika dagîrkerên Kurdistanê pir li xweşîya wan tê.

Berpirsek ji yên YPŞ (ango PKK a Şingalê) Seîd Hesen, ji televizyona Nûrî Malikî Afak re axivî, çend lotik û zîtirkên avêtin Kurdan û xwe avêt tor û bextê erebên qûnreş.

Xalê me Seîd Hesen ji televizyona Afak re got: „Em naxwazin girêdayî herêma Kurdistanê bin, ji ber vê me şerê pêşmerge kir. Em Êzîdî ji bo ku nasnameya xwe ya Iraqî biparêzin, emê zêdetir şerê Kurdistanê bikin. YPŞ baskê leşkerî yê Haşdî Şabiî ye. PKK ji bo ku em nasnameya xwe ya Êzdîtî û Iraqî biparêzin me perwerde dike. Pêşmerge dixwazin Şingalê bi Kurdistanê ve girêdin. Lê em wek Êzdî qet vê lotikê qebûl nakin, emê rê nedin ku Şingal ji Iraqê veqete“ filan û fîsyan û jehr û ziqûm.

Ê de kerem bikin!

Aha ji we re tirşik û pelûla Ereb û Farisan!

Balkêş e, piranîya mezin û nûnerên Kurdên Êzdî li dijî PKK û YPŞ ne, wan li Şingalê naxwazin û dixwazin bi Kurdistanê ve bên girêdan. Bi hezaran Kurdên Êzdî di artêşa Kurdistanê de pêşmerge ne. Lê çend tirşikxurên Nûrî Malikî û sofîkên Tehranê dixwazin Kurdan ji hev parçe bikin û ji serxwebûna Kurdistanê re bibin asteng.

Ez serê we neêşînim gelî lotikvanino, hinek Kurdên me yên xwelîser ji dagîrkerên Kurdistanê re hêkan dikin, û ji Kurdan re jî zelqan dikin wesselam..

Lê heke rojekê di nav wan zelqên xwe de bifetisin, qet ecêbmayî nemînin wesselam…

Kerkûk

 

About The Author