Beasiyên Kerkûkê

Hikûmeta Iraqê berî niha biryarek însanî wergirtibû. Li gorî wê, erebên ku di dema Saddam de li Kerkûkê hatibûn bi cîhkirin dê vegerin cihên xwe.

Biryara hikûmetê însanî ye. Ji ber ku çi kes naxwaze bi zorê ji cihê xwe bê rakirin û li welatekî din bê bicîkirin. Diyar e ku jiyana li sirgonê mîna mirinê ye…

Kurd, bi zorê ji Kerkûkê hatibûn rakirin û ajotin. Armanca baasiyan guhertinek demografîk bû. Îro, piştî biryara hikûmetê dê li cihê xwe vegerin. Ev erênî ye. Lê birînên kurdan, ji awira kesên windabûyî, yên kûştî, birîndar û sirgonkirî nikare di rojekê de bê dermankirin. Ew êş hetanî mirinê dê bi wan re be û bidome…

Ji bo ereban rewş ne wisan e. Ji xwe tê zanîn. Beşek ji erebên ku li Kurdistanê hatibûn bicîhkirin, bêhtir baasî bûn, ew neteweperest û nijadperest in. Baasî ji bo armanca erebkirinê hatibûn Kerkûkê. Erd û cihên bi bereket bi dest xistibûn. Rejîmê ji aliyê aborî ve alîkariya wan dikir. Îro, biryara vegerê ji bo wan erênî ye. Ji xwe, têra dewlemend bûne. Bi ser de jî, dê ji bo vegerê alîkariya aborî ji hikûmetê wergirin. Pir vekiriye ku dema ereb hatin Kurdistanê, bi mal û perên mezin hatin xelatkirin. Îro ji bo ku ji Kurdistanê derdikevin dîsa bi pera tên xelatkirin!..

Dîroka ajotina kurdan û bicîkirina biyaniyan li welatê me, ji me re ne xerîb e. Ismet Paşayê kerr, piştî serhildanên kurda, hejmarek tirkên mihacir li Kurdistanê bi cî kiribû. Erdên herî bibereket dabû wan. Tirkên li Kurdistanê, têra xwe pere ji rejîmê wergirtibûn. Tiştek hatibû jibîrkirin: Kurd ji awira ziman û çanda xwe ve pir kûrtir û xûrtir bûn, û li ser xaka xwe bûn. Asîmîlekirina kurdan ne hêsan bû. Piştî demekê derket holê ku ji bedêla kurda, mihacir asîmîle bûn, û ew di nav kurdan de hiliyan. Lê di rastiyê de beşek ji adet û çanda tirkan di nav ya me de hiliya, bandora xwe li çand û toreya kurda bi şêweyekî neyênî kir. Nîvkurdên ku nikarin xwe li gorî pêşketinên cîhanê serast bikin, bêsedem êrîş dibin ser kesên din û berevajiyê normên civakî gavan davêjin, bi beşek ji rehên xwe dighêjin Turan a.

Ez naxwazim, ereb jî mîna tirkan li Kurdistanê bimînin û di nav me de asîmîle bibin. Asîmîlekirin, bi xwe re nexweşiyên kesînedîtî tîne. Bi taybetî ku ereb di nav me de asîmîle bibin, berê me ne li xêrê ye.

Divê bê gotin ku beşek ji ereban ji bo pêkanîna armancên guhertî dixwazin li Kerkûkê bimînin. Di rewşek wisan de mafê mirovan dikare bê pêşiya mirov. Pirs bi mafê mirovan ve ne girêdayî ye. Di nava sînorên Kurdistanê de du cure kêmnetewe hene. Hinek jê, dîroka xwe bi qasî kurdan li wir kevnare ye. Hinek jê bi zorê û bi armancên polîtîk bi cî bûne. Kêmnetewên kevnare, mafê xwe yên pêşxistina ziman, çandê ûhwd. li Kurdistanê dê hebe. Yên din bi zorê li Kurdistanê hatine bi cî kirin, li ser mal û milkê xelkê rûniştine. Ew ne ji Kurdistanê ne. Mafê wan tune ye bê wîze li welatê me kar bikin û bijîn.

Kesên ku mîna min nafikirin, tenê ez dikarim bêjim: Însaf!.. Ereb bi zorê dê li welatê me bên bi cî kirin. Paşê dê sîxûriya dewletê bikin û li ser mal û mûlkê kurda rûnin. Di girtin, ajotin û kûştina kurdan de dê rola xwe hebin. Û ya herî nexweş jî, wê li ser pêşeroja Kerkûkê xwedî deng bin, tesîrê li me bikin. Ev yek nikare bê pejirandin!

Çîroka erebên li Kerkûkê, serpêhatiya Xocayê Nisredîn tîne bîra min:

Seydayê Nisredîn kera xwe dide pêşiya xwe û diçe bazarê. Kera wî di nîvê bazarê de, ji aliyekî dizire, ji aliyê din zîtirka dide û geza ji xelkê dide, lotikan li bar û cihê xelkê dixe, fêkiyên wan dixwe, dirjîne…

Dostek ji yê Melayê Meşhûr tê cem wî û jê re dibêje:

– Xoce ji bo çi te ev ker aniye bazêr. Çi kes kerên wisan har û hov nakire.

– Heyra, min ew ne ji bo firotinê aniyê bajêr. Ji bo ku bê dîtin ka ez ji destê kera xwe çi dikşînim. Û di rewşê de me, û jiyan çawa li min kiriye dojeh…

Pir vekiriye ku jiyana bi erebên biproblem, mîna jiyana Melayê Nisredîn e.

Pirsa erebên li Kurdistanê di çarçoveya qanûn û biryarên demokratîk de dikare bê çareserkirin. Pêwîst e Hikûmeta Herêmê ji bo hevwelatiyên Iraqê (yên ku ne ji Kurdistanê ne) ku dixwazin bên Kurdistanê, wîzeya taybetî bikar bîne. Wîze, ji niwêner, anku konsolosxaneyên Kurdistanê dikare bê wergirtin. Pir giringe ku erebên li Kurdistanê jî bi nav û navnîşên xwe bên tesbîtkirin. Kesên di dema baasiyan de hatine Kurdistanê, di demek e kin de bi paş ve bên şandin. Kesên xwedî şixûl jî, bi wîzeyê li Kurdistanê bimînin…

About The Author