Sînan Eyo bi çolan ket

Ahmedê Berazî

ahmedeberazi@yahoo.de

(ji bîranînên min yên li Şingalê di meha 12.2016 an de)

Navê dînê Amûdê derketiye yabo.

Ha ji we re yek ji dîn û harên Serêkaniyê.

Deqê Êzîdxanê.

Kilê çavên qîzikên gundê Çafa.

Selefîstê Êzîdxanê.

Teyrê bazê Êzîdxanê.

Xweşmêrê Hevbendiya Êzîdiyên Sûrî.

Şehim, Mazot û Quncirê Êzîdxanê.

Mêrê bi sed mêrî Sînan Axayê Hevbendiyê.

Ma ezê çi bêjim, bi allahwekîl Sînan dîn bûye û bi çolan ketiye û hew.

Bavo ti diçe ku li wir e, bi megrefonê ve zeliqiye û axaftinê bi dev kesî ve bernadê wî.

Hûn bi qedrê keska şêx Muhsîn kin, ka baş li çav û simbêlê wî binerin.

Bi sê telaqê bê fitû, çi havênê aqil di serê Abasê min de heye, wisa jî di serê Sînan de heye.

Ji bêaqilî hem bejin û hem jî simbêl dirêj bûne alllahwekîl.

Kuro lawo ma dîn hemî çekên xwe diqetînin?

Bi sê telaqên jin berdanê, ew bûye bela serê Êzîdiyan û nema Êzîdî xwe bi tonek sabûna xar jê safî dikin.

Bi quran, bê çawa selefî li misilmantiyê bûne bela, wisa jî Sînan li Ezdayetiyê bûye bela.

De xwedê van Êzîdiyên reben ji bûmê mîna Sînan û Serhan û hinekî din bistrîne û Şêx Adî bi gaziya wan ve were.

Lê her wiha jî Serhan û yên mîna wî bi qurbana min û Sînan axa bike. De hemî bêjin amînnn lo.

Têbinî: Ji we nayê xefkirin biraderên qedir giran, min îro Sînan simbêlmezin li Şingalê dît. Min dît û hûn nebînin ya star ev çi leymûne lawo! Ma kes dengê xwe li vî Lleymûnî nake bavo.  Allahwekîl qebqeba wîbû û qala Êzîdiyan dikir. Pêşî min got belkî ew mezinekî Êzîdiya ye, lê piştî lêpirsînê derket holê go ew Endamê Hevbendiya Êzîdiyên Sûrî ye û li serê wan jî bûye bela û nizanin çawa xwe jê xelas bikin..

Şingal

About The Author