Ma çima na cîgerim

Azad Koçer Ez bawerin di Rojhilata Navîn de dewleta herî demokratîk û mafparêz, Kurdistan e. Li Kurdistanê (bi ser ku nebûye dewlet jî) her kêmnetew kare bi zimanê xwe...

Azad Koçer

Ez bawerin di Rojhilata Navîn de dewleta herî demokratîk û mafparêz, Kurdistan e. Li Kurdistanê (bi ser ku nebûye dewlet jî) her kêmnetew kare bi zimanê xwe biaxive, partîyên xwe damezrîne û xebata xwe bike. Li Kurdistana ku hîna nîvdewlet e li gel zimanê Kurdî pênc zimanên fermî hene. Ev demokrasîya ku li Kurdistanê heye, bawerim li tu welatekî Rojhilata Navîn tuneye.

Axir…

Serokê Partîya Gel ya Turkmen (THP) Îrfan Kerkûkî, çend lotikên demokratîk û Turkmenkî avêtin û piştgirî da serxwebûna Kurdistanê.

Qeraseyê zilaman Îrfan Kerkûkî, di lotikên xwe de anî zimên û got. “Bi telaqê bê fitû, him partîya me him jî gelê Turkmen bi serxwebûna Kurdistanê re ne. Ji ber ku mafên me li Iraqê ne paraztî ne. Lê li Herêma Kurdistanê mafên me paraztî ne. Em baş zanin  gava Kurdistan bibe dewletek serbixwe, wê mafên me zêdetir bibin û rola me jî baştir bibe allahwekîl” û pê de çû.

Turkmenê me Îrfan Kerkûkî di dawîya lotikên xwe de got. Li Kerkûk, Hewlêr, Kifrî û hinek cihên din baregehên me hene. Bi allahwekîl me li ser baregehên xwe alaya Kurdistanê daniîye, ji ber ku em wê alayê alaya xwe dibînin” û çend lotikên pîroz avêtin.

Aha mesele ev e ha gelî lotikvanan.

Turkmen alaya Kurdistanê wek alaya xwe û stara xwe dibînin û xwedî lê derdikevin. Lê hinek Kurdên me yên Tirkmanc, Erebmanc û Farsmanc qûna dagîrkerên xwe dalêsin û dijminatîya alaya Kurdistanê dikin wesselam.

Zaxo

Categories
Kadîn
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...