Rêwîyê Kal Zilamek bi rêwîtî di ser gundekî re wê biçe gundekî din, bala xwe didê ku li qadê hemû gundî zarok, pîrek kom bûne. Ew jî meraq dike diçe, mêze dike ku boxeyek û çend nogin û çêlekên kelhatî dorpêç kirine. Bore bora boxe ye, erdê vedikole, ji ber qoçê wî toz û dûman […]