Barzanî, ala Kurdî hilda banî

Berê jê re digotin „Serokeşîr, feodal, paşverû, axa“ filan û bêvan. Piştre hêdî hêdî çûn ber lingên wî û li Hewlêrê li bin ala Kurdî rûniştin. Berê digotin „Kuzey Iraq“. Piştre hêdî hêdî gotin „Kuzey Iraq Bolgesel Kurd yonetimi“.

Û piştre çi bû?

Gotin: „Kurdistan“.

Gotin: „Kuzey Irak Kurd bolgesi başkani“.

Û niha?

Niha jî wek serokê dewletekê, wek serokkomar û serokwezîrekî pêşwazîya wî dikin û merşên sor li ber lingên wî radixin.

Tew ji xwe hewce nake em behsa wî û pesindanên Ewrûpîyan ji bo wî bikin. Amerîka, Ewrûpî û piranîya dewletên cîhanê êdî bi çavê serokê dewleta Kurdî, serokê Kurdistanê lê dinerin û pê re rûdinên.

Ê helbet, gava Amerîka û dewletên din bi vî awayî û bi vî çavî pêşwazîya Mesûd Barzanî dikin, dewleta Tirk jî mecbûr dimîne bi heman helwestê pêşwazîya Barzanî bikin.

Tirkên ku berê ji ala Kurdî re digotin „paçik“ û „bez parçasî“, îro ala Kurdistanê li Stenbol û Enqerê li asîmanên xwe dadiliqînin û ala Kurdî di dilê wan de pêl dide. Serokkomar û serokwezîrên wan êdî di meqamên xwe de bi ala Kurdî pêşwazîya wî dikin û li Hewlêrê di bin ala Kurdî de mizakereyan pê re dikin.

Aha ew kes û kesayet pêşmerge Mesûd Barzanî ye.

Ew kesayetê ku serokên dinyayê tîne ber lingên xwe, pêşmerge Mesûd Barzanî ye.

Axir…

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Yekşembê silavek li Tirkan kir û hat Tirkiyê. Di hatina wî de rayedarên dewleta Tirko li balafirgeha xwe ya li Stenbol û Enqerê li gel ala Tirkiyê û Iraqê ala Kurdistanê jî daliqandin. Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim di meqamê xwe de bi ala Kurdistanê pêşwazîya Barzanî kir. Al nîşana hebûna milletekî ye, nîşana dewletekê ye, nîşana hebûn û tunebûnê ye. Aha mesela bingehîn û girîng ev e.

Ev cara yekem e ku rayedarên dewleta Tirko li balafirgehên xwe ala Kurdî/Kurdistanê bilindî ber perê asîmanan dikin. Ev helwesta nû wek nîşana guhertinên nû tê û hat nirxandin û bala awira gelemperî kişand. Lê çi hikmet be Kurdên me yên Tirkmanc, çeqilmast û tirşikçîyên dewletên dagîrker dîsa tirşika xwe xwarin û bi hatina Barzanî û pêlvedana ala Kurdî kêfxweş nebûn, aciz bûn û dest bi zîtirkên dijminatîyê kirin.

Serdana Barzanî û pêlvedana ala Kurdistanê ji alî nîjadperestên Tirk, partîya CHP û çapemenîya PKK ve bi neyartî hat rexnekirin. Lotikvan û çapemenîya PKK, alîgirên CHP û MHP di dijberîya Barzanî û ala Kurdistanê de bûn yek û di kesayetîya Barzanî de dîsa dijminatîya Kurdistanê kirin.

Helbet meriv dijminatî û neyartîya MHP û CHP fêhm dike. Lê gava PKK jî dikeve refê wan nîjadperestan û dijminatîya Kurd û ala Kurdistanê dike, aha zêdebûna ser kezebê ew e. Tu dibê qey ne ew bûn ewên go digotin „Em AKP li ser lingan dihêlin, me jî alîkarîya AKP kiriye“ filan û fîstan. Tu dibê qey ne ew bûn ewên go li Oslo û Îmralî bi MÎT a Tirk re rûdiniştin û bazara tirşika haştîyê dikirin. Lê ku Barzanî wek serokê dewletekê tê Tirkiyê û wek serokdewlet tê pêşwazîkirin, nûr di çavên Kurdên Tirkmanc û çeqilmast de namîne ha ha êrîşî cenabê wî dikin.

Û çima?

Çima ku Barzanî doza dewletek serbixwe dike, Kurdistanek serbixwe dixwaze û serî ji kesî re natewîne.

Ez serê we neêşînim kezebno, bawer bikin kesên go hefsarê wan di destê xelkê de bin û neyartîya qewmê xwe bikin, wê tim û tim kurtanê kerên xelkê bin wesselam…

Mêrdîn

About The Author