Kerkuk û hildana ala Kurdistanê

ELÎ EWNÎ

Şer û tekoşîna Kurdistaniyan pirsa hebûn û nebûnê ye. Pirsa hebûna miletekî ye li ser axa xwe. Ev negirifta maf û deskeftên maddî ye. Weke hindek kesên nesiyasî vê yekê bi çend mafên mîna xwendinê bi zimanê dayîkê, yan hebûna çend wezîr û rêvebiran yan jî pirsa saman û neftê biçûk dikin.

Jixwe girifta civakiya derfeta kar û Qaçaxçîtiya ser sinuran jî nîn e.Xebata Kurdistaniyan seba diyarkirina sinurê Kurdistanê û xawendariya (sahıb) gelê me ye ji vê axê re. Di dîrokê de nayê dîtin tu gel razî bûbe da ku li ser pirsa hebûna neteweyî, ax û welatê wî refrandum bê kirin. Lêbelê serhişkî û pêkoliya erebên dagîker li Bexdayê ji aliyekî ve, herwesa dilniyiya serkirdên Kurdistanê ji derencamên pirsa refrandumê ji aliyekî din ve, wesa kir ku mekanîzma nezok a desturî biriya çareseriya pirsa Kerkuk û deverên din bê danîn.

Derbasbûna salan nîşan da ku hikumeta niha ya Îraqê jî mîna Beisiyan û rejêmên beriyan wan pend (ibret) wernegirtine, ew jî weke wan çar salên piştî rêkeftina adara 1970’ê li dûv kuştina wextê ne.

Mela Mistefayê nemir şoreşeke mezin kire gorî Kurdistanîbûna şarê Kerkukê, mafê tu tak û rêberekî Kurdan nîn e li ser yek bihust axa Kurdistanê danustanan bike.

Gelê Kurdistanê tenê wekaleta vê çendê daye me siyasetvanan ku em van riyan peyda bikin ku rizgariya gelê Kurdistanê bidest dixe, me wekaleta tenzulkirin li ser axa Kurdistanê wernegirtiye.

Ev karê ku çend rojên bihurî Parêzgarê Kerkukê encam da, di cih dabû, lê direng wext bû. Babeta hildana ala Kurdistanê li nav şarê Kerkukê, pêtivîbû gelekî biasayî bihata dîtin, herwesa pêtivîbû ji mêj ve beriya niha ala Kurdistanê bihata hildan.

Helwesta Dewleta Tirkan seba ne razî bûn di derbarê hildana ala Kurdistanê de li Kerkukê, helwesteke ne di cih de ye. Mafê wan nîn e di warê şêwazê jiyan û biryarên gel û welatên din de xwe xwedî biryar bibînin. Eve gelê Kurdistanê biryara xwe dide, eve ew maddeya desturî ye ku dema 15 salan e hikumeta Îraqê xwe ji cîbicîkirina vê vedişêre û naxwaze cîbicî bike. Direng be yan jî zû divê dewleta tirkan dest bi reformên siyasî yên hundurî Tirkiya bike. Ji ber ku êdî sistema yek ala, yek ziman, yek dewlet û yek netewe bi bandor nîn e.

Helwesta Neteweyên Yekgirtî yekcar cihê pêkenînê ye. Evê saziyê bo dema 14 salan e tu helwestên wan li ser pêşêlkariyên desturî yên hikumeta Îraqê nîn in, ev bêdengiya Neteweyên Yekgirtî û civaka Navdewletî bû egera wê ku hikumeta taîfiya Bexda qemçî hilgire û weke Beisiyan her çi bixwaze bike. Vê gava ku hikumeta Îraqê maf û îstihqaqên Pêşmerge, ku weke hêzeke desturî ye nadin, berovajî wêna jî pareyê Heşdê Şeibî angorî pîvana desturî dihejmêre, her di vê demê de hikumeta Îraqê budceya herêmê birî û leşkar şande ser Kurdistanê, ev budca dida jî li ciyatî 17% bo yek car be jî li 10% ziyatir neşandiye, nexasma li şerê dijî DAİŞ jî rêgirî li hatina çekan bo Pêşmerge kiriye.

Helwesta dijayetîkirina milisên Şî’e yên esaîb ên ehlê heq bo ala Kurdistan ê, di vî warî de bêdengiya aliyên din yên Şî’e ku di nav desthilatê de cih digrin, bi vê çendê wan jî ev da diyarkirin ku li dijî hildana ala Kurdistan in. Di rastiyê de ne tenê esaîbiyê ehlê bi nav heq, belkî hemû aliyên siyasî yên Şî’e, heya merce’ê nerêtiya wan jî li ser sizadana bi komel a Kurdistaniyan hevhizir in. Belge jî bêdengiya wan e li ser hemû ev reftarên Malikî û dardestên wî li dijî gelê Kurdistanê.

Hikumeta Îraqê, ku têde Şî’e desthilatdar e, bi her awayî dixwaze li cîbicîkirina maddeya 140 bireve. Ev jî eger bo wan heya dawiyê biçe ser. Ji bo vê mafê me ye em nîşaneka biçûk be jî li mafê Kurdistaniyan cîbicî bikin, ev jî bilindkirina ala Kurdistan e.

Li her tiştî pêkenoktir helwestê endam perlemanê Bexda li ser lîsta Yeketî Nîştimanî Kurdistan bi navê (Şivan Dawûdi) ye ku dibêje ‘hildana ala Kurdistanê li Kerkukê tenê seba helkefta cejna NEWROZ’ê ye’. Bi nêrîna min, weke çawa hemû Kurdistaniyên din razî nabin, Kerkukî jî razî nabin ala Kurdistanê li Kerkukê bê dagirtin. Kerkuk hem axa Kurdistanê ye, hem jî angorî yasayên hikumeta Îraqê diviyabû ji zû da ev pirse bihata çareserkirin û vegeriyaya ser Kurdistanê.

Ji ber vê ereb li dijî refranduma deverên Kurdistaniyên derveyî herêmê ne, çunke nerastiya bangeşeyên xwe fêm kirine, li aliyê wan weke Rojê zelal e ku encamên refrandumê evê bi berjewendiyên Kurdan tewaw bibe.

Peyama Kurd

About The Author