Konfederalîzma xeyalî

Hêmin Ebdullah

 

Medyaya PKKê û PYD ya ser bi PKKê ve, bi giringî daxuyaniyeke Aldar Xelîl belavkirine, ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de pêşniyara avakirina dewletekî konfederal dike. Herçend Aldar xwedan desthilatekî wesa nîne û yek ji kadrorê PKKê yê li Rojava ye, ku bi fermana Qendîlê tevdigere, lê rûyekê siyasî yê PKKê ye û gotinên wî jî tenê ne aydê wî bixwe ne. Lewma, piştî ceribandina teza serxwebûn, xweseriya demokratîk û bi dehan tezên din, tiştekî balkêş e, ku PKK hizra konfederalîzma du parçeyên Kurdistanê bi vî awayî bixe holê.

Di gotareke xwe ya beriya niha  de min amaje bi wê yekê kiribû, ku ev germî, coş û xiroşa li Başûrê Kurdistanê, ji ber giştpirsiya serxwebûnê ye. Dibe di dawiyê de me bigihîne wê encamê, ku li ser hîmê konfederalîzmeke bi zorê, em ligel Iraqa erebî bimînin. Ev yek, him çîranan û hêzên herêmî nîgeran nake, hem destê Başûrê Kurdistanê vedike daku weke nîv dewletekî tevbigre û hem jî rê dide dewletên cîhanê daku bi rehetî û rasterast ligel Hewlêrê danûstandinan bikin.

Lê eger heman hizra konfederalîzma du parçeyên Kurdistanê were ceribandin, ev yek ji xewna serxwebûna Başûrê Kurdistanê zehmettir e û hinek din jî giran e, ku zehmete di herêmê were qebûlkirin, hezimkirin.

Ji ber vê yekê, bi nêrîna min konfederalîzma di navbera du parçeyên Kurdistanê de tiştekî xeyalî ye û ya di navbera Başûrê Kurdistan û Iraqa erebî de ji bo hemûyan mîsalî ye!

Di rastiyê de pêwîst e PKK mendehoşê wê piştgiriya serbazî û taktîkî nebe, ku Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de li Rojava dide wî. Ew serdem jî derbas bû, ku em hizir bikin Amerîka çi bixwaze di herêmê de ew çêdibe. Ji mînaka Iraqê heta ya Sûriye û Tirkiyê, hemû tiştên rûdidin ne ew in ku Amerîkayê dixwest. Washingtonê ne dixwest Iraqê bixe ser sêniyekê û weke berxê biraştî pêşkeşî Îran û DAIŞê bike, ne dixwest Esed ev hinde xwe rabigre û li ser desthilatê bimîne, herwiha dilê wî pir zêde bi dostanî û hevpeymaniya wiha ya ligel Erdogan jî ne xweş bû.

Wate, şandina çekan ji bo YPGê nîşana wê yekê ye, ku PKK êdî ji Amerîkayê re ne dijmin û ne gef e. Lê çawa PKK bi mantaliteyeke taktîkî lê dinere, Washington jî bi heman mantalîteya taktîkî ve li PKKê dinere.

Rêya rast ji bo PKKê ew e, ku xwe ji qonaxa piştî Reqayê re amade bike. Bi vî awayî, ku rê bide li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek were avakirin, bi tevê hotêlnişînên Hewlêrê, nûnerê rast ên hemû aliyan jî têde beşdarbin. Paşî ew rêveberî ligel cîhanê bikeve pêwendiyan û bişêwire, cîhan û cîranên xwe qayîl bike ku ew qewareyekî ne PKKyî ne, di qeyrana Sûriyê de tenê weke şerker neyên bikaranîn û weke gelekê xwedan doz ligel wan danûstandin werin kirin.

Rêveberiyeke wiha dikare ji bo vekirina deriyên dîplomatîk piştgiriya Hewlêrê jî bikarbîne. Eger Aldar bi tezekî wiha re mijûl be dibe rasttir be, ne ku bi hizreke xeyalî ya konfederalîzmê ve mijûl be.

Rûdaw

About The Author