SERXWEBÛN HEBÛN E

Necat Zivingî

Ragihandina referandûma serxwebûnê li başûrê Kurdistanê ya 25/09/2017an, di nav hemû Kurdên cîhanê de bû sedema bextewarî û kelecanê. Her Kurdekî xwedî xîret û rûmet, ev biryar bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Lewra serxwebûn hebûn e. Yê serbixwe be, bi nav û nîşanên xwe be, mezinê mala xwe be, heye û yê ne wisa be tune ye. Çawa ku Xaniyê nemir gotiye: “bêrewac û meşkûk” e; yanî kes berê xwe nadiyê û tim jê bi guman e.

Ger miletek ne serbixwe be, di nasnameyan de navê wî, di nexşeyan de nîşanên wî, di maseyan de kursiyên wî, di dar û dîrekan de alaya wî tune ye. Ji ber vê yekê serxwebûn hebûn e. Ehmedê Xanî 300 sal berê nivîsiye: “Ger dê hebûwa me padîşahek / Laiq bidiya Xwedê kulahek / Te’yîn bibûwa ji bo wî textek / Zahir vedibû ji bo me bextek / Hasil bibûwa ji bo wî tacek / Elbette dibû me jî rewacek”

Ger mîrektiyên Kurd û dewletên wek Mahabadê (1946) neyên hesibandin û dawiya dewleta Merwaniyan (983-1085) esas bê girtin heta niha 900 sal e; ger dawîlêhatina dewleta Eyûbiyan (1171 – 1252) esas bê girtin 800 sal e; ger ketina bin desthilata Osmaniyan (1514) esas bê girtin 500 sal e Kurd bê dewlet in. Lêbelê çawa ji bo her şevê rojek, ji bo her zivistanê biharek heye, her wiha ji bo her xewê jî şiyarbûnek heye. Ji lew Seîdê Kurdî wiha gaziya Kurdan kiriye: “Ey şêrekurdên di serdema cîhangîriya Asûrî û Keyaniyan de pêşdar, leşkerên qareman bûn! Xewa we ya pêncsed salî bes e! Êdî şiyar bibin, şeveq e.”

Cihû piştî 2000 salan, Ermenî piştî 1000 salî bûn xwedî dewlet. Ne dûr e ku Kurd jî piştî 500 salî li ser axa Kurdistanê bibin dewlet. Di vî warî de mînakeke herî balkêş jî, ji bo Kurdan têkoşîna Arnewûtan e. Di sala 1468an de ji aliyê Osmaniyan ve axa Arnewûtan hat dagirkirin. Piştî 500 salî, di sala 1910an de ji ber polîtîkayên merkeziyetê yên Osmaniyan, Arnewûtan serî hilda. Di sala 1912an de ji hikûmraniya Osmaniyan qetiyan û di sala 1925an de serxwebûna xwe ragihandin. Di wan salan de Seîdê Kurdî wiha bang li Kurdan dikir: “Ya ku ez dixwazim, parastina namûs û heysiyeta kurdîtiyê û di xizmeta meşrûtiyet û ‘edaletê de bûyîna mîna Arnewûtên egîd û qareman e.”

Di berhema Seîdê Kurdî (Bedîuzeman) ya bi navê “Reçeteya Kurdan/Munazerat”ê de (1911), Kurd ji Seîdê Kurdî dipirsin:“Ev hikûmet û Tirk çawa bin em rihet nakin, bilind nabin. Em serê xwe rakin, di ser wan re li ‘alemê temaşe bikin û destê xwe bi wan re dirêjî ava zelal bikin, nîşan bidin ku em jî miletek in, çawa ye?”

Di muqabilê vê pirsê de, Seîdê Kurdî şîreta xwedîderketina meşrûtiyetê (azadîxwazî, hakimiyeta milet) li Kurdan dike û wiha dibêje:“Stenbol gol e, hikûmet hewz e, Tirk kanî ye yan jî divê wisa be. Kanî bi me re ye yan jî divê bi me re be.” Di vê hevokê de eşkere ye ku Seîdê Kurdî ji bo xwebûn û serxwebûnê metafora “kanî”yê bi kar tîne. Lewra kanî ji xwe dizê û ne girêdayî ye. Seîdê Kurdî dibêje divê payîtexta Stenbolê bibe wek golekê û hewzekî, gel jî (Tirk, Kurd hwd) bibin mîna kaniyan, ne muhtac û mecbûrê wî paytextî bin. Lêbelê Seîdê Kurdî zanibû ku kurd hê nebûne kaniyek. Ji ber vê yekê şîreta wî ev bû: “Gelî Kurdan! Ez dibînim ku di me de kanî tune ye. Ji ber vê yekê em ava ji dûr tê ya genî vedixwin. Nexwe xîret bikin, bixebitin. Ji bo teqwiyekirina meşrûtiyeta ku sebebê bextewariya me ye, fikra miliyetê bikin kolîner, me’rîfet û fezîletê bidin destê wê. Li van deran boriyeke avê deynin; ta ku kaniyeke kemalatê di me de jî derkeve. Yan na hûn dê tim bibin parsek, yan jî ji tîna bimirin… Ger mirov bibe parsek bila ji xwe re bibe.”

Sed sal e Kurd, bi awayekî berfireh bi xwe hesiyane û ji bo ji parsekiyê (bindestiyê) xelas bibin û kaniya ava heyatê ji xwe re çêkin hewl didin. Di encama vê hewl û têkoşînê de kurdan hebûna xwe parast û ber bi serkeftinê ve hatin.

Kurd, rêwiyên rêyeke dirêj in. Li aliyekî têra xwe hêzdar, tecrûbedar û têgihîştî ne. Li aliyê din westiyayî, birîndar û derengmayî ne. Lêbelê ji bo dewletbûnê mîna zarokekî 7 salî ne. Ber bi xortanî û ciwaniyê ve bilind dibin. Dewletên din, mîna kalên 70 salî ne, ber bi gorê ve dadikevin.

Serxwebûn xewna Ehmedê Xanî; hêza Nehrî, Berzencî, Barzanî; xebata Seyid Evdilqadir, Xalid Begê Cibirî, Seîdê Pîran, Seîdê Kurdî, Îhsan Nûrî, Qazî Mihemed, Mistefa Barzanî û bi hezaran têkoşer û pêşmergeyan e. Ji lew ev ne doz û daxwaza hizbek, partiyek an serokekî ye. Doz û daxwaza miletekî bixwe ye.

Li hember vê doz û daxwazê wek muxateb du alî hene: aliyê yekem gelê Kurd, tevgerên Kurdan û ‘tevgerên ji Kurdan pêk tên’ bi xwe ne. Aliyê duyem dewlet û gelên din in.

Ji bo yên aliyê yekem ferz e ku bi her awayî piştgiriya vê pêvajoyê bikin û ji bo serxwebûnê bixebitin. Pêwîst e gelê Kurd û tevgerên Kurdan bi dinyayê bidin zanîn ku Kurdistan ne welatekî qedîm bi tenê ye. Di heman demê de Kurdistan navê miletekî zindî û zîrek e ku li çar aliyên cîhanê belav bûye, şax vedaye. Ji lew ji dijberiya Kurdistanê tu kes xêrê nabîne.

Divê helwest û daxuyaniya hemû hêz û partiyên Kurdan ev be: “Ji bo piştgiriyê bi her awayî em amade ne.” Ne ku bêjin: “Ji vê pêvajoyê re em rêzdar in (bê alî ne)”. Di te’yînkirina qederê Kurdan de, heqê Kurdan ê bêalîbûnê tune ye û şermeke mezin e. Tu kes di avakirina mala xwe de bê alî namîne.

Divê partî û tevgerên Kurdan û ‘yên ji Kurdan pêk tên’ bi qasî tu demê nebûne, di vê mijarê de zelal bin. Lewra ji bo gelê kurd, mijara serxwebûnê mijareke bûn û nebûnê ye. Yên bi gotinên gilover piştgiriyê nedin, di ujdanê Kurdan de dê bên mehkûmkirin.

Aliyê duyem; yanî dewlet û gelên herêmê, ger alîkarî û piştgiriyê nedin jî divê rêzdar bin. Divê bizanin ku li rojhilata navîn, halê berê muhal e. Yan halekî nû, yan hilweşan e. Ev rewşeke diyar e. Karwanê xwebûn û serxwebûnê ji rêya xwe nabe û teqez wê bigihîje serfiraziyê.

Dewletên desthilatdarê axa Kurdistanê, ji ciyê ku ji ber cirm û cinayetên sed salî, xwe bi Kurdan bidin ‘efûkirin, rola ‘xwediyê mustekbîr’ dilîzin û xwe malik, Kurdan jî memlûk dibînin. Lê ev îluzyonek e û her wê bitefe.

Ger Kurd siyaseteke erênî bimeşînin, ji dijberiya 2-3 dewletên faşîst ên herêmê tu tişt dernakeve. Kurd bi hêsanî dê karibin hevalbend û hevpeymanên herêmî û cîhanî bibînin û dibînin jî.

Doz û daxwaza Kurdan ne dijberî, dijminî, perçiqandin û bindestkirina yên din e. Tenê serdestbûna li ser axa xwe, avakirin û mezinatiya mala xwe ye. Ji ber vê yekê tu sebeb ji bo tirsê û dijberiyê tune.

Em bawer in ger Kurdistan ava bibe, wê ji bo rojhilata navîn, hemû misilmanan û cudahiyan bibe temînata aşîtî, aramî û pêkvejiyanê. Hebûna Kurdan di herêmê de wê bibe balans û dawiyê li şerê germ ê ciyawazî, neteweyî û mezhebî bîne. Kurd, di coxrafyaya misilman de dê bibin rêya sêyem û rê li ber tundî û fundamantalîzmê bigirin.

Vaye berbangê ji Hewlêra qedîm lê daye û her ku diçe roja serxwebûna Kurdistanê bilind dibe. Bêguman ev roj wê şewqa xwe bigihîne çar aliyên Kurdistanê û hemû cîhanê li xwe bifericîne û biheyirîne… Stêrka Kurdan dibiriqe, roja me hiltê.

Basnews

About The Author