Çûkên bêbanî

Omer Leventoglu

Çendek berê min gotinek bihîst… Gotineke hişmend… Gotineke wêjeyî, ku heta niha nehatiye ziman, qasî ku min xwendiye nedîtime, ango li gor min jî kes nenivîsiye… Gotineke wêjeyî, ku roj heta roja îro xwe li ser pirtûkên wêjeyî nexuyandiye. Gotineke şaîrane ku ji Homeros’ê bigirin heta Fîrdewsî yê mezin kes bilêv nekiriye.

***

Zaroktiya me li gundê derbas bû û em ji hemû derfetan dûr mezin bûn. Lê ciwantî ne wisa… Wekî ku ji zayîn heta ciwantiyê sedan sal derbas bûye, şoreşên mezin çêbûye, dinya guheriye û bûye dinyayeke din, (di qada aborî û derfetên debarkirinê de na lê), di qada xwendinê de em ketîbûn nava sitîleke dewlemendiyê, taybet jî me dest bi xwendina zanînên Marxsîzmê kirîbû. Bi vî hawî hêdî hêdî nêzî nasandina dinya û civakan bûn, li gor derfetan mîtolojî, zanistî, wêje û hunerên ku ji berî me hezaran sal hatine afirandin elimîn, me zikên xwe yên birçî bi wan têr kir.

Bi vî hawî, ji bo ku em “xwende” bûn; ilmên civaknasî, aborî, dîrok, feylesofî û wêjeyên dinyayê nasdikirin, êdî em “mezin” bûbûn. Ev zanîn û ew hişmendî ya ku di serê me de ava bûbû, bi xwezayî ji her tiştî pêştir bû ji bo me û ew zanîn ji bo me dibû etîkêtek, em “xwedî nirx” dikirin. Ew zanîn û fikrên ku me jê sûd girtî, xwedî ciheke bilind bû ji bo me “zanyar”an… Wek mînak; Sokrates, ji apê me û ji xalê me baqiltir bû li gorî me… Virginia Woolf li ku, dayik û xaltiya me li ku?!.. Li cem Simone de Beauvoir’ê gotin û axaftina dayikên me nedihate tu wateyeke sivik jî.. Bi tevahî em bêjin, gava mesele nêrîn û hişmendî be, soz û gotin ne li dayikên me bû… Heta dayik nedikarî bûn li cem me, li kêleka “zanînên me ya hişmend” biaxivin û nîqaşan bikin?!..

***

Berî çendek min vegotinek xwend… Gotineke kûr û bihêz… Qasî ku xwedî hêz bû ew gotin, di heman demê de gotineke ji dil jî bû… “Gotineke êşî” û biêş… Ji wêje û pirtûkan wêdetir bû ew gotin… Ez çawa bejim, “gotineke wekî çiyayek”… Wekî zozaneke hûnik, ku hemû dora wê zozanê gul û gulîstan, kulîlk û kulîlkîstan, çûk û çûkîstan bû… Ya ku min bihîstî, gotineke wekî dar û daristanek bû, wekî bayek û bahozek, gotineke wekî muzîkek, wekî dengek ji dengên berê… Wekî dengek ji dengên hemû hunerî û hemû daneheviya dîrokê ve hemlbûyî û ducanî… Ango xwedî dengeke wisa bû ku ew gotin, xwe ji hemû dengên xwezayê ve xemilandî bû…

***

Di ciwantiya me de têgihîştina me ya bi tekiliya dayikan, wekî ku min li jorê qal kir wisa bû. Carina dibêjin pirtûk çavê însanan kor dike, birastî jî wisa ye. Êdî ez bawerim, carina wisa dibe ku xwendina pirtûkan di nav xwe de digihîje armancek; ango xwendin, ji bo xwendinê te dide xebitandin. Ji bo têgihîştinê dixwînî, bi xwendinê dielimî, dûvre xwendin ji têgihîştina te re têgihîştina te jî ji xwandinê re xizmet dike. Ji ber wê çav kor, hiş bi kilît, guh kerr, di nav behrên bêdawî de dîtineke teng û bêweç dimîne. Bi kurt û kurmancî, qasî ku me di ciwantiya xwe de xwend, ewqasî jî ji dora xwe, ji nirxên xwe, ji daneheviya mal û malbatên xwe dûr ketin. Kakilên biriqî ya xwe û dayikên xwe, gelên xwe, kevneşopiya wan û xezîneyên wan nedîtin û wekî ku nirx di nav pirtûkan de ye tevgeriyan.

***

Çendek berê, hema çend roj bû, min gotinek bihîst. Dayikek ji Cizîrê wiha gotibû: “Baniyek jî nema ku çûk werin xwe li serê rawestînin.”

***

Ger kî ji xwe re dibêje zana û zanyar, bila carek vê gotinê bixwîne, li ser bifikire, cardin bifikire, cardin û cardin… Cardin bizivire, lê binere, rewşa Cizîra Botanê bîne ber çavên xwe, rewşa wê dayikê (ku êhtimal zarokên xwe jî wenda kiriye) bifikire, hîs bike, ew dayik însaneke çawaye ku zilmên li ser dinyayê nehatiye dîtin dîtiye û xwîna hemû nas û zarên wê rijiyaye, mala wê xera bûye, kon û nivînên wê, hema ciheke razanê jî nemaye, biêş e, kul û jahr li ser serê wê bariyaye, ji axê û ji nebiyên xwe hêsîr maye, lê hêst û têgihîştina wê li ser xwedanîn a çûkan dihêje, diqele û dipije.

Wêje û civaknasî baş e, lê hêst û nêrînên dayik ji hemûyan baştir e. Hafizê Şîrazî hema hevokek dinivîse û ji zimanên din ew gotinên wî rûpelek digire, erê xurt e, lê ew li baxçeyên Şîrazê nivîsiye, dayikên Kurd, dayika Cizirî di nav êşên bê mînak de hêst û hişmendiya xwe li ser çûkên bêbanî mayî dişuxulîne. Ya min be ev, ji Hafizê jî, ji Dostoyevskî’yê jî xurtir e. Çi ku gotina wê, ji bo fikr û ramanê, ji bo huner û wêjeyê “ne gotineke were ser ziman” e.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

About The Author