Şerabê vexwin û 100 salî bijîn

Fernando Perez

Ji berê de tê gotin ku şerab temeê meriv dirêj dike û fêda wê pir e. Nimûneya şerabê ya herî baş jî, xalê me Docampo Garcîa ye.

Docampo Garcîa, bi xwe şerabê çêdike. Şerabçêker e. Xalê me Docampo Garcîa, rojê du şûşe şeraba ku bi xwe çêdikir vedixwar. Û di encama vexwarina vê şerabê de çi bû hûn zanin?

Docampo Garcîa tam 107 salan jîya.

107 salên qerase. Ne kêm, ne dirêj 107 sal.

Li gor fitne û fesadên derdora wî dibêjin, xalê me Docampo Garcîa, pir kêm av vedixwar. Hema bêjin qet venedixwar. Di şûna avê de rojê du şûşe şeraba sor vedixwar û miradê dilê xwe li şerabê dikir. Bi vî awayî hem saxlem ma, hem jî temenê wî dirêj bû û 107 sal kir.

Îcar tembîya min li we be qurban..

Heke hûn jî dixwazin wek xalê me Docampo Garcîa temenekî dirêj bijîn û wek xortekî 14 salî bidin lotik û zîtirkan, xwe dûrî şeraba sor nekin. Rojê du şûşe şerab vexwin û bibin wek wan ciwange û conegayên nav garanê û hûn sax…

Madrîd

About The Author