May 24, 2016

Kurd çi dixwazin?

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0

Arif Qurbanî

Tiştê ku li Herêma Kurdistanê diqewime cihê fikar û gumanê ye. Em bi xwe tên ku rewatiya saziyên xwe yên niştimanî nehêlin. Ev dezgeh û saziyên ku ji destpêka avakirina wan ve neyarên gelê Kurd kemîn ji wan re vedane.

Sala 1991, Bereya Kurdistanî ji bo rêvebirina wan navçeyên Kurdistanê ku di serhildanê de hatibûn rizgarkirin û piştî koça milyonî di destê bereyê de mabûn, hikûmetek bi beşdariya hemû aliyan damezrand û rewatiya damezrandina kabîneyeke hevbeş pêk anî. Wek çawa me dît piştî proseya azadiya Iraqê, yekem kabîneya hikûmetê û yekem gera parlamentoyê û desteya serokatiyê bê hilbijartin û bi “teklîfê” hatin damezrandin. Bereya Kurdistanî jî karîbû hikûmetekê wiha damezrîne, lê da ser rêya hilbijartinan û di sala 1992an de yekem ezmûna hukmdariyê û yekem dezgeha yasadaner bi proseya hilbijartinê ava kir.

Ji wê çaxê ve, bi peydakirina dost û piştevaniyeke zêde li Rojava ku hêviya wê yekê li ser Kurdistanê ava kir ku Kurdistan bibe navendek ji bo demokrasiyê û belavbûna wê li seranserê navçeyê. Lê gelek neyar jî peyda bûn û tirsa wan hebû ku ev dezgehên rewa bibin hîmê hukmdariyeke bihêz a xwebixwe ya kurdî û eger nebin havêna dirustbûna dewleteke serbixwe ya kurdî jî, lê wê bêguman bibin motîv û piştevanî ji bo kurdên parçeyên dagîrkirî yên din ên Kurdistanê. Lewra ji destpêka avakirina van saziyan ve û heta niha jî, gelek dijmin û neyar hene ku dixwazin wan serobino û tarûmar bikin. Di destpêkê de agirê şerê navxwe pêxistin û çend salan li Başûrê Kurdistanê kurdan xwîna hev rijand!

Tevî akamên xirab û encamên neyînî yên şerê birakujiyê wek reşkirina ezmûna desthilatdariyê û hilweşandina hikûmet û parlamentoyê û parçekirina Başûrê Kurdistanê li ser du navçeyên kesk û zer, lê dîsa jî van dezgehan rewatiya navxweyî û heta radeyekê ya navneteweyî jî wergirtin û di destûra Iraqê de wek dezgehên rewa û demokratîk hatin çespandinê.

Li ser asta herêmî û navneteweyî jî tevgereke mîna dewleta fermî bi Herêma Kurdistanê re tê kirin. Nûnertiyên gelek welatên cîhanê li herêmê hatine vekirin. Herwiha nûnertiyên Herêma Kurdistanê jî li gelek welatên mezin û xwedî bandor li ser siyaseta navneteweyî hene. Lê neyarên Kurdistanê jî hîn mane û bi rêyên cuda cuda dixwazin rewatiya wê têk bibin.

Ez dixwazim bêjim tevî kêmasî û çewtiyan di proseya demokrasiyê de, tevî hebûna sextekariyê di hilbijartinan de û nebûna serweriya yasayê, lê hîn jî cîhan bi çavekî cuda ji welatên navçeyê li Herêma Kurdistanê dinere û rêz û cihê Kurdistanê di asteke bilind de ne. Lê mixabin em bi xwe dikin vê rêzê û vî cihî têk bibin!

Kirîzeke siyasî ya ne pêwist hat çêkirin ku encama wê berevajî daxwaza çêkerên wê bû. Bingeha vê yekê jî nefêmkirina hev û nenaskirin û nezanîna şiyan û hêza hev bû. Li vir ez dixwazim bala xwîner û xemxwerên kurdên bextreş bikşînim ser wê yekê ku tiştê niha diqewime û encamên wê yên pêşbînîkirî, nehîştina rewatiya dezgeh û saziyên me yên rewa ye! Ev jî metirsiyeke pir mezintir ji kêşe û nakokiyên me yên navxweyî yên din pêk tîne.

Herçiqasî ev metirsî encama kêşe û nakokiyên me yên navxwe ye, lê divê em bînin bîra xwe ku di dema şerê navxwe û beralîkirina dagîrkerên Kurdistanê ji hevrikiyên navxweyî, bi qasî niha kar ji bo nehîştina rewatiya sazî û dezgehan nedihat kirin. Wê çaxê, PDK û YNKê li ser xwedîtiya wan sazî û dezgehên rewa şer dikirin û her aliyekî xwe wek xwediyê rewa yê wan saziyan didît. Lê belê niha rewş cuda ye û kar li ser nehîştina rewatiya dezgeh û saziyên me yên niştimanî tê kirin!

Di mijara serokatiya herêmê de me dît çi qewimî. Bêhtirîn tedbîr hatin standin bi armanca nehîştina rewatiya vê dezgehê. Piştre me dît çawa li hêleke din hewldan hatin kirin ji bo nehîştina rewatiya parlamentoyê. Di ragihandina hilweşandina peymana navbera PDK û Goranê de û ragirtina wezîrên Goranê, niha hikûmet jî ketiye wê rewşê ku rewatiya wê jî nemaye.

Niha bi rastî jî Kurd çi dixwazin? Beriya salekê me qala kongreya neteweyî dikir û me komîte pêk anîbûn ji bo amadekariya lidarxistina wê kongreyê. Mijara serxwebûna aborî û pêkanîna komisyon û desteya rapirsiya serxwebûnê û ragihandina dewleta kurdî jî germ bû.

Gelo vêga em dizanin em gihîştine ku? Li şûna kongreya neteweyî, em dibînin yekrêzî û hevpeymaniyên Başûrê Kurdistanê ber bi hilweşandinê diçin. Di mijara serxwebûna aborî de, dixwazin me bi Bexdayê ve girêbidin. Di mijara dewleta serbixwe de jî, tên ku rewatiya dezgehên rewa jî nehêlin. Gelo dem nehatiye berpirs û siyasetvanên Herêma Kurdistanê ji xwe bipirsin ka ew doza çi dikin û herêmê ber bi ku ve dibin?!

Rûdaw

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: