Xalê me Zekerîya 72 horî heq kirin

Rojda Aydin

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) xalê me Zekeriya Yapicioglu, hevpeyvînek qerase bi Rûdawê re kir û çend lotikên pîroz avêtin, dilê Kurdan xweş û geş kir.

Li ser bextê fitne û fesadên nava Rûdawê be, dibêjin Yapicioglu (paşnavê wî jî xweş e ha, Yapicioglu, ango çêkir, avakir, sazkir) ji çawîşên Rûdawê re behsa başûrê Kurdistanê û serxwebûnê kiriye û gotiye: “ Binerin kezebno, heke daxwazên rewa neyên cîh , baştir e ku Kurd li gel Iraqê bibin cîran.
Heke di warê aborî û rêvebiriîyê de hevpişkîyek dadwerane neyê pêkanîn, wê demê Kurd wê ji xwe re li çareyekê bigerin. Helbet Kurd û etnîsîteyên din çi biryarê bidin, temamê cîhanê mecbûr e rêzê jê re bigire“
filan û bêvan.

Serokê Huda-Parê cîgerim Yapicioglu, herweha kesên ku digotin û dibêjin „Kurdistanek serbixwe wê bibe Îsraîla duyemîn“ dan ber lotik û mîrkutan, qûn li wan qetand û got: „Ez vê yekê ji wan dolheraman dipirsim; madem hûn naxwazin Kurd mihtacî Amerîka, Ewrûpa û welatin din bibin, hûn alîkarîyê bidin wan û biratiya xwe nîşan bidin ku çavê wan li ber destê xelkên dî nemîne oxlim“ û qûş li wan qetand.

Xalê me Yapicioglu, piştre qûş li îsiamîstên Tirk qeyand, tir ji wan berda û got: „Law oxlim, Kurd di nav îslamê de gelê herî ummetperwer e. Hun dibêjin bawermend bira ne. Erê, bira ne. Lê belê hiqûqa biratîyê heye. Heke hûn mafê birayê xwe nedinê, heqê we nîne hûn xelkê bi xirabkirina biratiyê tawanbar bikin, qeşmerno“ û serê wan xist cîhê ku jê derketine.

Werhasilî kelam, Serokê HUDA-PARê xalê me Zekerîya Yapicioglu lotikek maqûl û pîroz avêt û dilê me xweş û geş kir wesselam..

Ê de xwedê xêra te qebûl bike. xwedê li bihuşta rengîn 72 horîyên germik û nermik bike para te rebbî…

Stenbol

About The Author