Doktorê „Nexweşxaneya Muhemed Resûlullah“

Bawer bikin ewqas zanîngeh, profesor, şîrket û dezgehên tendirustîyê belasebeb û bê wate çêbûne. Ewqas mesref û serfkirina pareyên mezin belasebeb in. Ez di şûna wan de bim, ezê bê mesref û bê serêşandin wan dezgehan têxim bin desthilatdarîya Mela elî Kelek û ji serêşandina nexweşî û nexweşîyên mirovan xelas bim.

Ma cîhê ku profesor û dokdorekî wek Mela Elî Kelek hebe, pêwistî bi zanîngeh û nexweşxaneyên tendirustîyê heye? Na allahwekîl, na!

Heke bê bîra we, xalê me Mela Elî Kelek zindî di televizyonan de mîza xwe vexwaribû û em behitî hiştibûn. Û niha jî xalê me Kelek nexweşxaneyek bi navê „Nexweşxaneya Muhemed Resûlullah“ vekiriye, bi lêdan û lêxistinê mirovan derman dike, cin, pîrebok û şeytan ji laş û bedena wan derdixe û wan sipîsaxlem dişîne malê.

Yanî, nexweş û nexweşîyên ku profesor, zanyar û doktor nikarin derman bikin, Mela Kelek bi lotikekê wan derman dike û qûşê li nexweşîyan diqetîne.

Xalê me Mela Elî Kelek, hevpeyvînek qerase bi lotikvanên Rûdawê re kiriye, çirandiye, dirandiye û serê hefsêr berdaye.

Ya staaarrrrrr, naûz û bîllah!

Law erê meriv diçirîne, ma ewqasî yabo qurban?

Xalê me Kelek gotiye: „Cin ketiye laşê Serokê Amerîkayê  Donald Trump. Ez karim çend daran lêxim û wî ji wan cinan azad bikim“ filan û fîstan.

Melayê me bi şeş telaqên bê fitû sûnd dixwe ku „bi sedan rayedarên payebilind hatine cem wî, xwe avêtine tor û bextê wî û wî jî bi daran li wan xistiye û ew derman kiriye“.

Xalê me Kelek, gotiye û bilandiye, bi dîn û îman sûnd xwariye û gotiye: “ Ez çiqas hawar dikim, lê kes guhdarî nake. Hejmarek zêde cin hatine esmanên Iraqê. Şeytan bi xwe jî hatiye Iraqê. Min ev zanyarî hemû ji cinan bihîstin. Cinan Iraq û Sûriyê dagîr kirine. Heke weha berdewam bike, wê rewş xirabtir bibe“ û germ bûye.

Li gor xalê me Elî Kelek dibêje, xwdêgiravî ji seranserê dinyayê çi kominîst, çi jî kesên din serdana wî dikin, têr lêxistin dixwin û sipîsaxlem vedigerin welatê xwe.

Lê xalê me Kelek tiştek pir rast gotiye ku bala min jî kişand.

Çi gotiye?

Gotiye: “ Kesên ku evîna pere, kursî û jinan pê re hebin, nexweş in. Nûnerên Kurdan, ji bo pere welatê xwe danîne alîyekî din. Nikarin bibin dengek, îxanetê dikin. Heke bibin yek, ez bawer im emê bibin dewlet“ û lotikek rast û xweş avêtiye.

Aha ev lotika dawîn lotikek rast û di cîh de bû.

Erê xalê me Kelek pir çirand û dirand, lê bi vê lotik û gotina rast av li ser xwe zelal kir allahwekîl.

Îcar ez serê we neêşînim gelî nexweşno, heke hûn dixwazin bê derman û bê serêşandina doktor û derzîyan rehet û derman bibin, nesekinin û berê xwe bidin başûrê Kurdistanê cem xalê xwe Elî Kelek.

Bela xalê me Kelek çend şiv û darên hêzeran li qûna we bixe û xelas…

Dudok

 

About The Author