Ji Başûr re serxwebûn, ji parçeyên din re federasyon

Dr. Îkbal Durre

 

Ji bo têgihiştina sedema yeknebûna kurdan divê ji perspektîveke dîrokî li meseleyê bête nêrîn. Rewş ne tenê ji ber şertên îro ne.

Ji bo nimûne, di bingeha nakokîyên di navbera PDK û YNKê de rexneyên Brahîm Ehmed (Xezûrê Celal Talabanî) yên li hember malbata Barzanî hene, ku heta asta piçûkxistinê jî diçin.

Her weha di felsefeya damezrandin û di warê îdeolojîyê de PDK û PKK gelek dûrî hev in. Nimûneyên bi wî awayî dikarin bêne zedekirin.

Di heman demê de nakokîyên di navbera kurdan de jî ji alîyê hêzên herêmî û yên global ve her tim hatine dorfirehkirin.

Partîyên kurdan jî, ji ber ku nikarîn berjewendîyên neteweyî li ser berjewendîyên îdeolojîyên xwe bigirin, bûne qurbanîyên wan pêvajoyan.

Ji ber wan sedeman, bendewarîyên di demeke kurt de jiholêrabûna sedemên li pêşîya yekitîya kurdan, ku xwedî bingeh û piştevanên cidî ne, bendewarîyên bêhûde û ûtopîk in.

Niha mijarên ku ez dixwazim dîyar bikim, dikarin ji alîyê hinek kesan ve wek xwexapandin bête hilsegandin. Lê, li gor nêrîna min, eger ji çarçoveyeke fireh de lê bête nêrîn, nakokîyên ku di wan demên dawîyê di navbera partîyên kurdan de rû didin, dibe ku ji kurdan re rewşeke sûdewar jî derbixin holê.

Ji ber ku ev rewş di şertên herêmî yên nûh de, nahêle ku dewletên li dijî fikra Kurdistanê îtifaqê çêbikin. Ji bo nimûne, Enqere ji ber PYDê piştgirîyê dide Barzanî, Îran jî, li dijî Barzanî piştgirîyê dide PYD, yan jî PKK. Her weha faktora DAIŞê nahêle ku Enqere û Şam li dijî kurdan helwestên xwe bikin yek.

Lê, ev pêvajoya nakokîbar di qonaxa orte de dikare bi dawî bibe, yan jî dorfirehtir bibe. Ji ber wê yekê, ya herî baş yekbûna kurdan e. Lê, mixabin ez nikarim di wê mijarê de geşbîn bim. Ez carna rewşa kurdan dişibînim nimûneya cêwîkên sîyamê. Ankû ji bo ku bikaribin di pêşerojê de bi hev re bijîn, gereke bi operasyoneke neştergerî ya serkeftî ji hev veqetin, ku paşê bi ruhê biratîyê bi hev re şertên pêkvejîyanê saz bikin. Ew fikir ji bo min rasttir xuya dike.

Di vê çarçoveyê de, li başûr Kurdistaneke serbixwe, li herêmên din çareserîyeke federalî di qonaxa orte de zêdetir nêzê rastîyê dîyar dike.

Ez wisa difikirim ku pirsgirêkên di navbera kurdan de, ji ber şertên herêmî û navneteweyî nikarin ji serxwebûna Kurdistanê ya li başûr re bibin asteng. Hemû gelên ku di dîrokê de bûne xwedî şaristanîyên mezin, ku kurd jî yek ji wan gelan in, piştî windakirina wê statûyê, ji nû ve dabînkirina yekbûn û dewletbûnê ji bo wan hertim bûye pêvajoyeke zor û zehmet. ( Ji bo nimûne pêvajoya dewletbûna Îsraîlê).

Ji ber ku dema ew, wek dewlet ji nû ve derkevin li ser dîka dîrokê, dewlet û gelên derdorê yên ji bo pêşîlêgirtina dewletbûna wan, her tiştî dikin, wê neçar bimînin ku dîroka xwe ji nû ve binivîsînin. Çimkî wan dîroka xwe li ser derew û înkarê nivîsandine.

Ji ber wê sedemê, dewletên herêmî hemû derfetên xwe ji bo dorfirehkirina nakokîyên di navbera kurdan de bikar tînin, ku ji dewletbûna wan re bibin asteng. Ew ne pêvajoyeke nû ye, ew sîyaseteke bi sedan salan e, ku li hember kurdan tê bikaranîn. Ji ber wê jî, encamên deformasyona li ser kurdan hatî kirin giran in.

Dewletên herêmî di maweyeke gelek dirêj de bi çand, dîrok û genên kurdan re ewqas zêde lîstine û deforme kirine, ku îro yekitîya kurdan li alîyekê, eger wek gel hebûna xwe parastî bin, ew yek îspata qedîmbûna wan e û serkeftin e.

Rûdaw

About The Author