P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

TIRPANÊ BIDIN DESTÊ BA?QANAN


Rêwîyê Kal

Wextê behsa yekitî û hevgirtina Kurdan tê rojevê , rêber û serokên rêxistin û partîyên Kurdan xwe dixin nava livînê û dibên: “Ez nexwe? im, nikarim bikevim bin barê giran, tenduristîya min ne ba? e, destûr nade  “ filan û bêvan

Yek dibê: “ Ay yadêêêê lingê min diê?ê “, yek dibê: “ Ay bavoooo pi?ta  min diê?ê “, yek dibê: “ Offffff qirika min diê?ê “, yek jî dibê: “ Êêêêêê behna min teng dibe, nikarim hewayê hilînim “.

 Gava hûn li ser pi?ta gel lotikam diavêjin, gûza di?ikînin, wê demê saxlemin ne ! Ev gotinên we bû kul û kete dilê min. Ez jî rabûm ji bo çareserîyê çûm ba xaltîka Zerîfê. Min rew?a we ji xaltîka Zerîfê re got.

Pê?nîyara xaltîka Zerîfê: “ Kurê min,  wexta zilamên me nexwe? diketin me tirpan dida destê wan û ew bera nav giha yan jî zevîyê dida. Tirpan ki?andin zor dijware, yan saxlemî çê dibû yan jî diqulipîn û diçûn ser dilovanîya xwe, te fêm kir ne wisa?”

Bi sed cizû mishef pê?nîyara xaltîka me gelek li cî ye. Li Kurdistanê dema giha û dexil dirûnê ye. Werin em jî tirpanê bidin destê van serok û ba?qanan, êdî kîjan çû, kîjan filitî ew û ?ensê xwe .

Barê doza me giran e, ji bo wl divê zilamên me saxlem bin. Ê qels ji me re nabin . De we jî fêm kir min çi got ne wilo geli lotikxanecîyan?

Kurdistan

Ev nivîs 373 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “TIRPANÊ BIDIN DESTÊ BA?QANAN”

  1. Belê belê ma çawa em fêm nekin, te bi $êwekî e$kire gotîye.. Kesên ku fêm jî neke, ne gunehê te ye, dibe ku ew kes bêfam be..!

  2. Ezè peluya cekim.hinek fistikci fistikan bla berhev kin.

Şirove bike