Amerîkayê lotikek li wan xist

Taktîk e yan maktîk e nizanim. Tiştê ez zanim Amerîka û serokê wê Trump Gunikzer, lotikek baş li PKK û her sê serokên wê xist û hema bêjin tir ji wan berda.

Dibêjin Amerîkayê qelenê Murat Karayilan 5 milyon dolar, qelenê Cemîl Bayik 4 milyon dolar û qelenê Duran Kalkan jî 3 milyon dolar danîye. Xwedêgiravî heçê îxbarîya wan bike yan jî wan bide girtin, wê bibe zava û dewlemendê milyon dolaran..

Hinek dibêjin taktîk e, hinek dibêjin maktîk e, hinek jî dibêjin hingiv û bastîq e. Hinek dibêjin ji bo dilê Tirkîyê xweş bikin ev lotik hatiye avêtin, hinek jî dibêjin na wele ew hersê qerasê zilaman zilamên Îranê ne, li serê Kurd û Kurdistanê bûne bela û Amerîka dixwaze hefsarê YPG ji destê PKK derxîne ji bo karibe li Rojava lotikên xweş bavêje.

Li ser bextê fitne û fesadên şikeftên Qendîlê be, dibêjin piştî vê lotika Amerîkayê, Mustafa Karasu, Riza Altun û çend girgirekên din aciz bûne, li ber xwe ketine û hêsir barandine. Çima ku Amerîkayê qedrê her sê rêvebiran girtiye û qelenê wan bi milyon dolaran birîye, ewên din li ber xwe ketine û wan jî doza qelenê xwe kiriye.

Ez serê xwe û we neêşînim kezebno, xuyaye Amerîka dixwaze bi kevirekî çend çûkan bi hev re bikuje. Bi vê lotika qerase hem dixwaze dilê Tirkoleran xweş bike, hem dixwaze cîh li sofîk û melayên Tehranê teng bike û hem jî dixwaze wê toqa nexêrê ji stuyê YPG û temamê Kurdan derxîne..

Ê de a bi xêr çi be bela Amerîka û Trumpê Gunikzer wê bike û xelas…

 

Mêrdîn

About The Author