Kerên Kurdistanê berê xwe didin çînê!

Rêwîyê Kal

Demek dirêj min serê xwe bi hewandina kerên Kurdistanê re êşand, min tu çare nedît. Li ber çavê me barê dijmin dikişînin û hemû piştkurmî bûn, ev zora meriv diçe. Bûn kerê Şamê nebû, bûn kerê Enqerê nebû, bûn kerê Tehranê nebû. Ji dagirker re kar kirin lê bi rêxa xwe xaka Kurdistanê herimandin. Divê em wan keran ji xaka Kurdistanê dûr bixin ku dilê me rehet be.

Min bihîst ku Çîn a Mao Zedûng li rûyê erdê ker nehiştine, ji Nijerya û Pakîstanê keran dikire. Di nav pênc salan de hewceyîya wê bi 800 hezar keran heye ku ji çermê keran jelatîn çêke.

Ez bang li Çînê dikim, werin van kerên me yên du pê belaş bêpere bibin, dixwazin bidin xebatê, dixwazin ji çerm bikin û ji çermê wan jelatînê çê bikin. Bi Xwedê ew ker her çiqas Kemalîst bin jî, ji we re “yoldaş”in lo. Di şibin we, çawa ku hûn nebûn sosyalîst bûn kapitalîst; ew hîn jî bi demokratîzebûna Iraq, İran, Surî û Tirkiyê re serê xwe diêşînin ha.

Bi serê Mao Zedûng me tu xêr ji van kera nedît, hûn jî ji vê bazarê xêrê nebînin…

About The Author