P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Kilîlîlî, mamo dîsa bû sekreter!



Kilîlîlî, mamo dîsa bû sekreter!

Silav xaltîka Fatê

Navê min No?îrwan Zimandirêj e, ji Silêmanîyê dinivîsim û herdu lêvên te radimîsim.

Xaltîka delal û agirpêketî…

Berî çend rojan YNK kongreya xwe li dar xist û dê weledê xwe avêt. Di kongreyê de mam Celal dîsa wek sekreterê YNK hat hilbijartin û lotikek avêt. Îcar pirsa min ev e xaltîka Fatê:

Gelo wê mam Celal heta kengî wek sekreterê YNK bimîne? Yan bi kursîyê sekreterîyê ve zeliqî ye?

Bersivê bide ha, okey!

No?îrwan Zimandirêj

Silêmanî

———–

Bersiva xaltîka Fatê

Law Misto, weyla xwedê ew zimanê te yê dirêj jêkiro, yanî ma ev jî pirs bû te kir xwedênehi?to!

Îcar heta kengî wê mam Celal wek sekreterê YNK bimîne kuro!?

Kuro hey kerê min heywanê xwedê, ma ji xwe mam Celal YNK ye û YNK jî mam Celal e, ma bêyî sekreterîya mamo wateya YNK heye kurê kerê! Çawa ku Ocalan PKK ye û PKK jî Ocalan e, mamo jî û YNK jî benî?tê darekê ne, libên hinarekê ne cîgerim.

Axir…

Ez nizanim gelo mam Celal wek ?îrêza Japonan bi kursîyê sekreterîyê ve zeliqî ye yan na, lê ez dibêjim sekreterî sedî sed layiqî mamo ye ellawekîl. Te go çima?

Law oxlim, ka di nava YNK de kî ji mamo xwe?iktir û seksîtir heye ku bibe sekreter ha? Bejin bejin, zikmezin zikmezin, lihevhatî naûzûbîllah, siyasetmedar ji xwe nayê gotin, ê naxwe çi? Erê wek hinek endamên xwe porê xwe boyax nake, lê bi dîn û îman, ez bi xiyar û hêkên nav ?eqê te kim zimandirêjo, heta go?tê elokan hebe sekreterî para mamo ye û xelas, waweylê!

Werhasilî kelam, sekreterîya mam Celal pîroz be û ez ji elokên Kurdistanê re dibêjim:

Derbasbûyî be eloknooooo, bi ?e? telaqan heta mamo sekreter be xwedê ji we stend!

Ev nivîs 748 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “Kilîlîlî, mamo dîsa bû sekreter!”

  1. :) )))

  2. heger mamo bu sekreter gelek hene bune ker

    ooooooooooooo ma we nebihistiye partiya rekeftin li suriye bu car way bavo ica xwede ji nema kare pe
    dibejin bune car perce ica anaka dixwazin yekitike cekin wy tifoooooooooooooo li we be tifoooooooooo li wilo rekeftin be
    we tirek kirba bastir bu hey parsekno kurtel xwirnooooooo

Şirove bike