Navê min Evdila ye, lê carna ji min re dibêjin Evdoyê Keçel jî. Ji ber ku di zaroktîya min de çêlekê serê min alastibû, pirça serê min hew derket û heta îro jî dernakeve.
Bi kurt û Kurmancî pirsa min ev e xaltîka Fatê:
Ba?çawî?ên hikûmeta Erdogan serok Barzanî dawetî Tirkiyê kirin û gotin “were çayek me vexwe kaka”. Ê helbet serok Barzanî jî qebûl kir û hat Tirkiyê, çay û qehwe bi wan re vexwar. Lê di preskonferansê de Tirkoleran ala Kurdistanê û Iraqê daneliqandin, tenê ala Tirkan hebû. Gelo Tirkan çima ev bêhurmetî kir? Li benda bersima te me ha, bilezîne…..
Evdoyê Keçel
Amed
———-
Bersiva xaltîka Fatê
Kuro keçelo, serperitîyo, xwedênehi?to….
Law keçelekî mîna te çima rabe serê xwe bi hatina Barzanî û ala Kurdî re bê?îne kurê kerê! Serê keçel çi ji serdana Barzanî û çay û qewmê fêhm dike ewladim?
Law Evdoyê Keçel, Tirkan tifa xwe alast û serok Barzanî dawetî Tirkiyê kir, mecbûr man kesên ku wek “seroke?îr” bi nav dikirin, dawetî koçk û serayên xwe bikin, destên wan bihejînin û ji wan re bêjin “xo?geldin kaka”.
Tirkan hêvî dikir ku serok Barzanî di axavtina xwe de PKK wek terorîst êlan bike û Kurdên bakur û ba?ûr bera hev din. Lê serok Barzanî nehat lîztika wan, negot “PKK terorîst e” û çareserîya pirsa Kurd di rêyên a?tî û demokrasîyê de dît.
Te go Tirkan di preskonferansê de ala Kurdî daneliqandin?
Law ma ev jî pirs e ya Evdoyê Keçel? Kuro hey kerê min heywanê xwedê, serok Barzanî ji xwe sembola Kurd û Kurdistanê ye, ha ala Kurdî hat daleqandin, ha serok Barzanî wek serokê Kurdistanê li wir sekinî, çi ferq heye kero!? Ê ji xwe Wezîrê Derve Ahmet Davûtoglû li Hewlêrê têra xwe di bin ala Kurdî û wêneyê Mistefa Barzanî de rûni?tibû, ma ne bes e baba, wî! Ma çavê te lê ye Tirk di malên xwe de jî ala Kurdî daleqînin oxlim, waweylê! Hêdî hêdî kaka, “Piçik bi piçik meriv xwe digihîne ber kûçik” ha Evdooooooo!