Kurdê Quzê Kerê!

Xaltîka Fatê, ez heyranê lotik û zîtirkên te me. Bawer bike, heke ez ne zewicî bûma, minê bi çeplê te bigirta, te birevanda û bavêta totelîka serê Çiyayê Qendîlê. Lê feleka xayîn bêbextî li min kir. Berî ku ez te kara xezala nas bikim, ez zewicîm û min vala xwe bir mîratê.

Axir, ez bêm ser mijara xwe Xaltîka Fatê..

Gelek Kurdên me wextê cara yekem em hevdu nas dikin, pirsa bajarê min ji min dikin, hem jî bi awayekî nexweş pirsê ji min dikin. Yanî, dibên “Tu Kurdê Tirkîyê, Sûrîyê, Iraq yan Îranê ye” filan û fîstan. Ji ber behsa Kurdistanê nakin û nabêjin “Tu Kurdê kîjan parçeyê Kurdistanê ye”, ez jî pir aciz dibim û dibêjim: “Ez Kurdê quzê kerê me” û didim lotikan.

Îcar tu bi qedrê xwedê kî Xaltîka Fatê, tu ji bedêla min be, tê çi bersivê bidî wan?
Herdu lêvên te dimijim

Nesîmê Torî


Bismillahirrahmanirrahîm..

Law Nesîmo, Torîyê xwedê, keçelê xaltîka xwe, başe ku em di xortanîya xwe de li hev rast nehatin û te serê xwe girêda, tu zewicî. Heke em bizewicîyana, ez bi serê te yê girover û çimamokî kim, niha em herdu jî ne sax bûn. Tu Torî û ez Omerî. Kuro ma te dîtiye go zewaca yekî Torî û yeke Omerî çûye serî şimamoko? Torî serhişk û lotikhişk in, Omerî jî sernerm û mêşinî ne. Ma îcar cotê yekî serhişk û yeke sernerm diçe serî kuro?

Axir berxê xaltîka xwe…
xaltika-fate
Îcar em bên ser Kurdbûna te û Kurdbûna quzê kerê..

Tu zanî berxê xaltîka xwe, piranîya me Kurdan hîna ji jiyana çikeftan xilas nebûne, nebûne şaristanî û medenî. Heta vê kêlîkê jî general û çawîşên me di şikeftên Qendîlê de dijîn. Ma go general û çawîşên me di şikeftan de bijîn, wê Kurdên himal û rebenên wek min û te di çi halî de bin, texmîn bike. Ji ber go me dev ji jiyana şikeftan bernedaye, mejîyê me jî mejîyê şikeftan e û pêş neketiye. Ji ber go pêş neketiye jî, em Kurd hîna wek xelkê nebûne netewperwer, netewparêz û nîjadperestên welatê xwe. Gava meriv nebe netewperest çi dibe? Ruhê netewî bi meriv re çênabe, mejîyê me netewî nafikire û em ji Kurdbûna xwe, ji Kurdistanîbûna xwe, ji netew-dewletê dûr dikevin, dibin barkêş û xulamê xelkê.

Aha mesela go Kurdên me dibêjin “Kurdê Tirkîyê, Kurdê Iraqê, Kurdê Îranê û Kurdê Sûrîyê” ji ber vê ye berxê xaltîka xwe. Heke ruh û mejîyê netewî bi me re çêbûya û hebûya, helbet me yê bigota “Kurdê Kurdistanê, Kurdê başûrê Kurdistanê, Kurdê bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê”. Lê mixabin ruh û mejîyê sosyalîzma şikeftan hiştiye û dihêle go Kurd ji Kurdayetîyê dûr bikevin û bibin xulamên xelkleran û tirşika wan bixwin.

Îcar ya Nesîmê Torî, te baş gotiye û rast gotiye allahwekîl. Başe go te gotiye “Ez Kurdê quzê kerê me” berxê mino. Başe go te negotiye û nabêjî “Ez Kurdê quzê dêlika Asenayê me” û tu sax…

Çawa be quzê kerê ji quzê dêlika Asenayê pîroztir, xweştir û helaltire wesselam…

About The Author