M.E Karda? di civîna „Kurdên Netewperwer“ de lotikek xwe? avêt

 Hewildan û pêdiviyên xebat û doza mafê desthilatdariya welatê me

Gelî dostên hêja,qedirbilind û xwedî rûmet!

Ez be?darbûna we di vê civînê de pir giring û pir bi wate dinirxînim,  bi hestên xwe yên netewî, bi silavên germ û rêzgirtî pê?wazî li we hemîyan  dikim.Hûn tev li ser seran û li ser çavan hatin.

Hêvîdarim ku di vê civînê de biryarên hêja ji bona gelê me bên dayîn.

Hûn dîsa bi xêr hatin,

Mebesta me bi vê civînê ev e ku teko?înek netewî û xetên xebatê bên raxistin. Ji ber vê jî heta bikaribin em ê xwe ji polemîkan dûr bixin. Ji bona ku li ber doza mafê Kurd û Kurdistanê nebe asteng, em ê nekevin genge?îyên ?a?.

Di dîrokê de navê Kurdistan bi wateya serhildanan cih girtîye. Dema ku navê Kurd tê bikaranîn, helbet serhildan tên bîra mirov. Mixabin ji ber bê rêxistinî, hemî serhildanên Kurdan yan têk çûne yan jî teslîm hatine girtin. Em hemi bermayîyên van serhildanan e.

Îro jî, rew? dide nî?andan ku Kurdan nikarîbûne rêxistinên xwe yên netewî li dijî dagirkerîyê ava bikin. Rêxistinên heyî jî ji ber bandora modernîzma vê sedsalê, ji qaraktêra xwe ya neteweyî dûr ketine. Ji bona vê jî, bi gelemperî hembêzkirina gel pêk ne aniye. Helbet ji bona sûd bête wergirtin dem jî pêwist e.

Lê di kîjan demê de û bi helwestek çawa?

Heger pirs ev be, bersiva me jî wiha ye.

Mîna rastiyek sosyolojîyê ye. Em dibêjin heger Kurd wek mafekî xwe li desthilatdarîyê  negerin, wê ev rew?a dagirkarî berdewam be. Pêwiste Kurd jî mîna netewên din bibin xwediyê mafê xwe.

Kurdistan welatekî di Rojhilata Navîn de bi qasî 550 hezar km’2ye. Nûfusa wî bêtirî ji 50 mîlyon e. Bakurê Kurdistan 250 hezar km2 û hijmara ni?tevanên wî  behtirîn ji 30 milyon e.Tu zanayên dîrokê negotine  û nizanin ku Kurd ji kengî ve li ser vê axê ne. Lewra her li ser vê axê jîyana xwe domandîne,.ew ji vê axê afirî ne.  Hinek caran zanayên dîrokê behsa bi 100 hezar salan dikin. Evaya jî dîyar dike ku Kurd netewekî pir kevnar e  û li ser vê axê nî?tecî ne.

Gelo di gerdûnê de û di sedsala 21ê de neteweyek weke me maye?

Pêviste ku gelê Kurd ji bona desthilatdariya xwe têbiko?e. Hemi xebat û bizavên xwe li gorî vê stratêjîyê bidomîne.

Bila neyê  zanîn ku em reda demê dikin. Yan jî ?ert û mercên dinyaya îroyîn ji bîr dikin… Na;

Le gava ku em li d?nyaya îroyîn dinerin, neteweyên ku ne desthilatdar bûne, ji qada dîrokê rabûne. Îro navé wan bes di pelên dîrokê de derbas dibe. Wekî din jî gava em li seranserê gerdûnê binerin, kêm zêda her netewe bi mafê xwe desthilatdar in.  Mîna dewletên qanton.

Divê em bizanibin destkevtiyên giring bi destê Kurdan neketine.                                                                                                                                             

Do Kurd tinebûn, lê îro bûye Kurdên Tirk.                                                                              

Do Kurdî qedexe bû, îro kare di nava mala xwe de bi Kurdî biaxive.

Di encam de derdikeve holê ku di bin navê modernîzmê de, tê xwestin ku wî ji axa wî biqetînin.

Dixwazin di hi? û ramanê  her Kurde kî de, Tirkîyê mîna welatekî hevbe? bi cîh bikin.

Em mirîyên xwe li metrepolên Tirkan vedi?êrin. Ev jî tê wê wateyê ku em wanderan ji xwe re wek welat dibînin. Ev xeletîn yê me ne.

Kurd xwedîyê vê axê ne.

Ji cîhekî dî nahetine.

Lê Kurd li ser axa bav û kalê xwe bûne penaber.

Bi sed salane ku Kurd li hember van bêdadîyan teko?înê didin.

Ji ber van sedeman:

1-Divê Kurd carek dîn tevgera serxwebûnê bînin rojevê…

2-Fikr û ramanên Kurdistanê têxin navenda têko?înê û teko?înê bi axê ve girê bidin.

3-Desthilatdarî mîna  mafekî rewa  bê pejirandin. Ev nebe, nabe…

4-Mafê netewê Kurd ya dewletbûyinê ye.

5-Netewê Kurd, ji ya Tirkan, Ereban û Eceman neteweyek cuda ye. 

6-Pêwiste têkîliyên bi her sê parçeyên Kurdistanê re xurt bibin.

7-Ji bona pêkhatina van daxwazan:

A-Di fikrê entelektûelî de têgihî?tinî, lê di çalakiyê de, yekemîn ewe ku huqûqê                                xwe yê xwezayî û rewa derbixe pê?.

Dîrok dîdarê me ye ku em neteweyek ?ervan in. Hinek di bin termînolojîya    medenîyetê de dixwazin me asîmîle bikin. Emé destûr nedin vê yekê.                                                 

Em ne xwedîyê armancekê ne ku welatê hinekan dagîr bikin, bes em doza mafê xwe yên neteweyî û rewa dikin.

B-Pêwîste her  Kurdê netewperwer xwe di xebata doza mafê Kurdistanê de pêwirdar  hîs bike.

C-Pêwîste ku her Kurdekî evînwelat berjewendîyên neteweyî di ser berjewendîyên xwe yên kesayetî re bigirê.                                                 

Ji van hewildanan jî xuya dike ku pêdivî bi civatek welê hebû, heye.

Em ê rew?a Kurdên Bakur û sîyaseta wan binirxînin.  Gelo pêdivî bi sîyasetek netewî heye an na? Eger pêdivî hebe, sîyasetek bi çi rengî? Li ser metod û modelan bi hev bi?êwirin û bi hev re biryar bidin.

Em hemi Kurd in, Kurd?stan a me hemîya ye û Kurdistan bi tenê ne Amed e.

Mafê netewê  Kurd ji her Kurdî re mafekî rewa ye, ew rûmeta me ye.

Her Kurdê netewperwer di doza mafê dewletbûna Kurdistanê de peyvîndar e..

Em hemi bermayîyên serhildan û bizavên doza mafê Kurdistanê ne, pewîste ku em xwe bizanibin.

Qadroyên berî 1980î lazime ku ji qadroyên ciwan re  eqîlmend û ?êwirmend bin. Gereke rexneyên me pê?nîyar bin û pê?nîyarên me jî ji bona serkeftinê biryar bin.

Kohnevanîya Kurdistan pêwîste ji salonan û mîkrofonan derbikeve.

Kohnevanî bibe profesyonel,her qadroyek xwedî derfete ku di salê de yek mehê profesyonel kar bike.

Bila  kesek ji me ji bona ku temenê wî/wê 60-70 sal e ji xwe re mahna dernexe, hemi serokên serhildanên Kurdan di van temenan de hatin sêdarkirin.

Pêvîste ku di fikr û ramanan de daxwaza serxwebûna miletê me her û her zindî bibe.

Kurd mîletekî pir bi rûmet e ku bi sedê sala ye teko?înê dide,çi bûyer û zehmetîyê ew ji teko?înê bi dûr nexistiye.                       

05 Hezîran 2010

Mehmed Emîn Karda?

—————–

“Kurdistan  behî?t e, a me ye û kî çi dibêje bila bibêje. Xwedîyê malê em in, emê dîsa têkevin mala xwe, çi kes nikare bibe asteng lewra ew a me ye.”

 Hîzanîzade ?aîr Kemal Feyzî Bedlîsî

About The Author