Li gundekî Kurdistanê ku Xwedê ji bîr kiriye mala xwe lêbike, çend gundiyên îmana wan têr û tije û kamil, milê xwe didin hev û mizgeftekê lêdikin. Piştî ku mizgeft diqede bêgûman meleyek divê. Gundî dikevin mitalan û bi ser hev de diponijin. Jîrikê gund dibêje, bi telaqên bêfitû, ji Emerê Eyşikê çêtir tune. Du […]