Quna erzan li ser kursîyê biha

Belê, dolheramên DAÎŞ ê tir ji Kurdekan berda û ziravê wan qetand. Kurdên me yên başûrekanim ketibûn bihuşta rengîn, ketibûn nav xewn û xeyalên dewlemendî, dolar û kêf û seyranê û bawer dikirin ku wê ev tir ji wan re bimîne û ewê heta roja qiyametê kêfa xirrê xwe bikin. Rebenan bê hesab, bê plan û projeyên pêşerojê, di cîhekî teng de hatin girtin. Hesab nedikirin ku wê rojekê dijminên wan destên xwe têxin qirika wan û bixwazin wan bifetisînin. Ji wan we ye ku bê çek û sîlehên giran, bi wan keleşkofên rizyayî û zingargirtî wê karibin xwe biparêzin û wê kesek bela xwe li wan nede. Lê Kurdekanên me heta ji xewa giran veciniqîn, dewletên dagîrker û xulamokên wan DAÎŞ bera pêsîra wan dan û hew nemabû ku Hewlêra paytext jî li ber lehîya DAÎŞ ê biçe. Armanc û mesele hemû ev bû ku tofanek mezin li ser serê PDK û Barzanîyan rakin, wan şût û rût bikin, wan ji desthilatdarîyê dûr bixin û xeta netewî, xeta Kurdistanî beravêtî bikin, têk bibin. Lê xwedê û pêxember ji dewletên Emperyalîst, ji Amerîka, Awrûpa û hinek dewletên din razî be. Heke ne ji alîkarî û çekên wan bûya, ne bi xêra kîrê wan bûya, niha meyê fatîhayek qerase li ser Hewlêrê û Kurdistana azad bixwenda.

Ehmed pireLê qey dilê xwedê bi Kurdan şewitî bavo…..

Ew Tirkên ku dolheramên wek DAÎŞ, El Nusra û qûnekên din afirandin û dixwestin bi rêya wan û xulamokên xwe rojavayê Kurdistanê û hinek ji xaka başûrê Kurdistanê têxin nav „Mîsakî Mîllî“ û Kurdistana azad têk bibin, ketin ber lotik û zîtirkên Amerîkayê û qûna wan belbelotî hewayê bû, dek û dolabên wan eşkere bûn. Xewna Kasimpaşalî Receb ew bû ku heta sala 2023an bi rê û alîkarîya hevkar û şirîkên xwe sînorên Mîsakî Mîllî pêk bîne ( ku heta bi cîhekî yekîtîya sê parçeyên Kurdistanê pêk dihat û ji Kurdan re ne xerab bû), hinek ji xaka rojava û başûrê Kurdistanê (Kerkûk û Mûsil jî di nav de) tev li xaka Tirkîyê bike û bibe xelîfeyê Rojhilata Navîn. Lê Amerîka û Reşo Beşo Obama qûş lê qetandin û xewna wî lê herimandin.

Wey weleeeeeedddd Recebo!

Axir, em dev ji Amerîka û zîtirkvanên din berdin û bên ser mijara xwe, bên ser mijara qûnên erzan û kursîyên buha.

Pêşmergeyên Kurdistanê bi ruh û canê xwe li dijî qûnekên DAÎŞ ê şer dike. Li ser teht û keviran, li ser erda hişk û hola radizê. Lê hinek ji sermezin û qûnmezinên YNK bêyî kursîyên biha nikarin rûnên û qûna wan hînî kursîyên germ û nerm bûye.

Aha ji we re xalê me Ehmedê Pîrê!

Serkirdeyê YNK ê Ehmedê Pîrê, bi kursî ketîye kozika pêşmerge û li ser kursîyê germik û nermik fermanê dide pêşmerge.

Êêêêêêêê, dibêjin „qûna ku hînî tir û fisan bûbe, zehmet e dev jê berde“.

Ma kozikên şer bêyî kursîyên germ û nerm dibe?

Nabe kaka!

Ma qûna ku li ser kursîyên çerm bûbe wek pembo, kare li ser kevir û teht û latan rûnê?

Na na, kursî tenê têr nake kaka ciyan…

Mase û kompûterekê jî deyne ber kursîyê xwe. Sekreterek jin jî bîne ber destê xwe û taxim temam bike. Ma di kozika şer de bi kursîyekê şerê DAÎŞê tê kirin canekem?

Silêmanî

About The Author

5 thoughts on “Quna erzan li ser kursîyê biha

  1. Ha min femkir cima lotikciyan ev nuce cerkiriye ji be Seid pire ne Barzaniye u QDP e ye. ewen ji Sengale revine lewma nivisandiye. ne havale tirkaye ji weki neciri her roj li eNQERE BI Hindik mabu tevli civinen weziren erdoxan bibe. le erdixan ji di binda sofikene xwe u filan ajota ser sere wan hindik mabi jinen xwe ji bihelin u birevin.

  2. Ha sofîkên Enqerê û ha sofîkên Tehranê ferq nake kaka. Kî qûna dijminê xwe balêse, bila nalet li wan bê.

  3. xwde o hevalen wi sofi….tu bexxt bide ewe quz buxwaze….dibejin kalupiren me.hale me kurdaye

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.