Nêçîrê me mikur hat

Belê, êrîşên dolheramên DAÎŞ ê gellek tişt eşkere kirin û serê Kurdan li dîwêr xist, ew ji xewa giran veciniqandin.

Başûrê Kurdistanê bûbû wek DUBAÎ. Me digot qey dinya hemû şerê Kurdan bikin, wê nikaribin bi wan. Me digot qey çek û cebilxaneyên başûrê Kurdistanê jî wek aborîya wê pêşketî û xurt in. Lê bi xêra qûnekên DAÎŞ ê em hîn bûn û me dît ku aborî mezin bûye lê paraztin sifir û tuneye. Me dît ku milyoner û dolar pir in, lê çek û sîleh tunene. Me dît ku herkes di xewn û xeyalên dolar û malê dinyayê de ye, herkes ji alîyekî gendelîyê dike û di demek kurt de dibe milyoner û milyarder, lê kesek bîra êrîş û êrîşkirina xêrnexwazan nake. Li alîyekî tu nîvdewlet î, federasyon î, bi hezaran pêşmergeyên te hene, tu doza welatekî azad û serbixwe dikî, lê li alîyê din bi çek û sîlehên kevnare dixwazî xwe biparêzî. Wek meriv li hespê siwar be, lê kurtanê bin meriv ne saxlem be û qûşa hespê qetiyayî be.

?????????????????????????????????????????????????????????????????Wê gavê çi dibe?

Meriv ji hespê dikeve, yan seqet dibe, yan dimire.

Îcar ev jî mesela me û Kurdekanên başûr e. Kurdekanên me heta çavên şîn di nav kayê de nedîtin, ji xewn û xeyalan şiyar nebûn. Xwedê ji DAÎŞ û quzê kerê razî be. Heke ne ji êrîşên wan bûya, wê Kurdekanên me hîna jî di nav dolar û malê dinyayê de kêfa li ser kêfê bikirana û bibûna wek şêxên DUBAÎyê.

Axir, rojnamevana rojnama Tirkî „Mîllîyet“ Asli Aydintaşbaş xanim efendîlerî hevpeyvînek bi Nêçîrvan Barzanî re kir û lotikek avêt. Nêçîrê me di hevpeyvîna xwe de li hinek tiştan mikur hat û rastîya rewşa Kurdistana DUBAÎ eşkere kir.

Nêçîrê me di hevpeyvîna xwe de gotiye: „DAÎŞ ji pêşmerge xurttir e, çekên giran û pêşketî di destê qûnekên DAÎŞê de ne. Çekên ku di destên wan de di destên pêşmerge de tunene. Derfetên DAÎŞê û yên pêşmerge ne wek hev in. DAÎŞ ê li Mûsilê çekên pir giran û pêşketî yên Amerîkî bi dest xistin“ filan û fîstan û pê de çûye.

Nêçîrê me piştre vegeriya ser helwest û siyaseta hikûmeta Bexdayê û gotiye: „Hikûmeta Bexdayê ji sala 2003an ve nahêle ku em ji xwe re çek û sîlehan bikirin. Bexda jî çekan nade me. Mûçeyê pêşmerge jî nade. Ji ber vê, em nikarin derfetên DAÎŞê û yên pêşmerge miqayese bikin“ filan û xeftan.

Wax mala minê wax!

Law ma hûn Erebên qûnreş nas nakin kaka? Yan we hîna Erebên qûnreş nas nekiriye?

Hûnê li benda qûnreşên Bexdayê bin heta çekan bide we yan destûra kirîna çekan bide we ne?

Yaw bavê mino, li bazar û mazatên dinyayê bi hezaran çekfiroş û bazirganên çekan hene. Madem qûnekên Bexdayê destûr nedida we, we jî ji bazara reş, ji bazirgan û mafya çekan sîleh bikiriya qurban. Petrola we pir bû, maşallah dolar û milyonerên we jî pir bûn, naxwe çima hûn li benda biryara kîrquzdeyên Bexdayê disekinîn?

Yan we bîra van rojan nedibir?

Yan we digot „Ewha hat û ewha çû, delîlo delîlo seyranê“ û morîka xewê ketibû guhên we?

Yaw qe nebe we xeberek ji Partî Demokratî Lotikxane re bişanda kaka, şikeft û mexferên me tije çek û sîlehên pêşketî ne. Û hetta bombeyên atomê û bombeyên notron jî di destê artêşa Lotikxanê de hene, meyê belaş ji we re bişanda baba, wî!

Ma brayetî ne ji bo rojên teng e?

Werhasilî kelam, hêvîdarim lotik û zîtirkên DAÎŞ ê hişê Kurdekanên me bîne serê wan û ji îro û pê de li benda biryarên Bexdayê û Erebên zinêkar nemînin wesselam….

Hewlêr

About The Author