Pêt

  Devliken Kelogirî

Ew ket bîra min…

Na, na. Quzê wê. Erê, quzê wê ket bîra min.

devliken-faruqJixwe ji doh şev de xew neketibû çavên min. Heta destê sibehê jî, min xwe li nava gelek fantezî û xeyalan qewimandibû, lê her çend min dil kiribû jî ango min niyet xera kiribû jî, min nahletek li çavê şeytên anîbû û min neçûbû bi xwe xweş neanîbû. Lê ji tirsa şeytan ê di kêliyeke weha de min rehet nehêle, min newêrîbû çav jî bida ser hev û xatir ji şevê bixwesta. Nêzîka hilatina rojê ji ser hişê xwe çûme. Dema şiyar bûm û min nav nigên xwe peland, tu şilî milî tune bû. Xuya ye şeytan jî dev ji min berdaye û wê kêliyê ew jî di xew re çûye.

Çav li min sor, hest li min har bûbûn. Diviyabû ez bi awayekî agirê hundirê xwe, bibore, ew agirê li serê kîrê min bûbû gulokeke agir vemirînim.

Li ser taştê rûniştime, lê hişê min li devereke din e. Hevala ku min di çav xwe re rakiribû, li kafeteryayekê dixebitî. Wê kêliyê ji wê pê ve kes û tu rêyên din nehat bîra min.

Li ciyê xebatê min ê karîbûya ew derfet bidîta?

Nizanim.

Ez rabûm ser xwe, min çekên xwe li xwe kirin û derketim. Di navbera malê û kafeteryayê de deh an panzdeh deqe hebû.

Piştî deh-panzdeh deqeyan ez gîhaştim kafeteryayê. Derbasî hundir bûm û çûm li ser maseyekê rûniştim. Min çavên xwe lê gerandin, ne xuya bû. Min go, gelo dibe îro nehatibe kar? Sekinîm. Xortek hat, go tu yê çi vexwî? Min go, ji min re çayekê bîne. Bi bişirîn go, baş e û meşiya ber bi mitbexê ve çû. Min jî li pey wî dirêj dirêj lê nêrî. Çavên min li pey wî qerimîn, hindik mabû berê xwe biguherim, çi bibînim, hevala min siniyek du,sê qedehên çayê li ser di dest de, ji hêla mitbexê xuya bû. Bêhemdê min bişirînekê li ser rûyê min kon vegirt. Min berê xwe guherî, min nehişt ji dûr ve min ferq bike û bibîne. Heta ber maseya mêvanên çay xwestibûn jî li min hayîl nebû. Çayên mêvanan danîn ber wan û zîvirî ku vegere, çavên wê li çavên min ketin. Bêhemdê wê ew jî bişirî. Min çavek dayê, keniya û ber bi min ve hat. Berî bigihêje cem min, ez rabûm ser xwe. Bi destê min girt. Bi girtina destê wê re tevzeke tîngerm bedena min dîl girt. Beza lêdana dil rîtma xwe guherî, zûtir lêda. Min hîs kir ku wê tevzê tesîr li kîrê min kir, hêdî hêdî, nerm nerm ber bi berzika min ve rapelikî. Êdî mar ji qulê dikişiya. Heta ew jahra di kunê xwe de tîr kiribû venerişiya, daturizandin ê lê çênebûya.

Em çûn dev û rûyên hevdu. Dema min gepa wê yî rastê maçî kir, min lêvên xwe ji gepa wê kişand û ber bi guhê wê ve bir û bi dengekî fetisok min go, “ez te dixwazim. Ji doh şev de agir bi min ketiye, ez şewitîme.” Min rûyê xwe ji rûyê wê vekişand û rûniştim. Go, “ez ê bigihêjim heta mitbexê û werim.”

Çaya min hat. Min şekirê xwe avêtê û hiş li fantezî û xeyalan hêdî hêdî min li hev xist. Heta hevala min ji mitbexê vegeriya hat cem min jî hîn tinringa min bû min bi wî kevçîkî ew şekirê ji hilandinê westiyabû li hev dixist. Hevala min hat miqabilî min li ber maseyê şipiya sekinî. Li gorî merc û qeydeyên kargehê rûniştandin qedexe bû.

Ji ber ku berî nîvro bû, xirxêca kafeteryayê ne zêde bû. Tenê ji min çend gavekî wê de, du xort rûniştibûn û ketibûn sohbetekê, xwe wenda kiribûn.

Hevala min ji liv û tevgerên min têgihîştibû rewşa min nebaş e. Ji nêrîn û awirên min çirûskên êgir diçû. Bêhna niyhandinê ji min difûriya, mîna nêriyekî hilorîbûyî.

Min go, “canê here tuwaleta jinan, jixwe kes tune. Piştî te bi du deqeyan ez têm.” Keçik şaş û metel ma. Qederê çar pênc saniyan li min nêrî. Fêm kir ku niyeta min xerab e û min niyet xera kiriye. Go, “çawa, le ku hinin bi me bihisin? Min go, “bimeşe, ez li pey te têm.” Keçikê li min nêrî, li dora xwe nêrî, hêdî hêdî bi heyecan û tasewasekê ber bi tuwaleta jianan ve meşiya çû. Kîrê min di nav nigên min de bûbû wek singekî. Ji heyecan û şehweta wê kêliyê serê wî şil bûbû. Min qurtek li çaya ber xwe xist, qedeha xwe danî û rabûm ber bi tuwaletê ve meşiyam. Ku ez gîhaştim ber tuwaletê, ez zîvirîm min dîsa li dora xwe nêrî, kes nexuya bû. Û min xwe li hundir qewimand. Bi ketina min re keçik veciniqî. Min derî li ser xwe û wê qifiland. Tuwalet piçekî teng bû; bi rehet liv û tevger tê de nedibû. Wê kêliyê me dengê dilê hev dibihîst. Nefesa me li bin guhê hev diket. Heyecan, şehwet û xwesteka hîsî hiş ji serê me biribû. Zêde wexta me tune bû. Çavên me li hev asê, ji nişka ve min destên xwe li nava wê gerand, ew ber bi xwe ve kişand û min lêvên xwe bi lêvên wê ve zeliqandin. Her du lêvên wê di nav her du lêvên min de wenda bûn. Û min mêt û hey mêt. Li ser nigan pênc deqeyan tenê reqsa lêvan dewam kir. Destên min li nava wê pêçayî, destên wê jî li dora stuyê min. Hindik mabû kîrê min di ber qayîşê re derkeve. Xwe bera jêr da, li ser çongan edilî û bi her du destan bi lez qayîşa min vekir, pantor û derpiyê min î kin ji min şeqitand û daxist heta gûzikên nigên min. Ji jor de min li wê nêrî. Mîna min ew jî bi cizbê ketibû. Serê kîrê min di devê wê de, bi destekî kîrê min difirkand, bi destê din bişkokên gomlekê xwe vedikir. Hindik mabû min di nav lepên wê de can bida. Her ku diranên xwe li kîrê min dişidand, çavên min ji şehweta wê kêliyê diqulipîn. Bêbavê qasî pênc deqeyan ez guvajtim. Min ew rakir ser nigan. Ew zîvirand, her du destên wê dan ser meterkê avê yê kilozetê. Jixwe bişkokên gomlek vebûbûn. Min pantorê wê heta ser gûzikên wê daxist, tenê tanga lê ma. Di bin wî benikê tangayê re quzê wê şil bûbû. Bang dikir. Min kîrê xwe di bin wî benikî re bir ber qulê. Çawa kîrê min gîhaşt devê quzê wê, axînek ji nav lêvên wê pengiz bû. Min xwe li ber xweş kir, bi her du destan min qûna wê zevt kir û bi hêl min xwe lê xist. Senfoniya nalenal û axûwaxê dest pê kir. Ji her du bedenan şehwet û xwêdan herikî. Çav li min qulipîn, reh li min kişiyan, hest bi cizbê ketin û pê de teqiyam. Bi wê pêdeteqandinê re her du beden lerizîn, ricifîn û kîrê min hêdî hêdî xwe jê kişand. Xwe jî rehet kir, ez jî rehet kirim…

 

About The Author