Kurdistan kirine SEXSHOP!

Reşoyê Darî

Belê, dev ji asîmîlasyon û şildim bildima zimanê Tirkî berdin, ji alîyekî dewleta Tirko, ji alîyê din Partîya Dewşîrmeyên Tirkyê HDP, bi navê azadî, demokrasî, ekolojî û Eşme rûhî qûşê li Kurdan diqetînin û doxînê ji wan dişemitînin. Heke em LGBT û Kurdên ku di nav HDP û LGBT de lotikên germikolojîk û nermolojîk davêjin deynin alîyekî, îcar jî bi festîwal û çalakîyên kulturî Kurdan bi qûnekîzmê pîne dikin û namûsa ku maye jî dikin pênc qirûş. Meselen festîwal û çalakîya BÎENAL.

Bîenal bi Îtalyanî tê wateya „Ji salan salek din“. Ev festîwal qaşo festîwala çand û kulturê ye û li gellek welatên dinyayê tê lidarxistin.

Di sala 2009an de li bajarê Mêrdînê dîsa Bîenal hatibû lidarxistin û zayend û seksa jinê derxistibûn pêş, kiribûn sembol. Hem jî di Medreseya Qasimîye de. Û îsal jî Bîenal li Dêra Mor Efrem a Suryanîyan hat lidarxistin.

Û vê carê çi kirin sembol?

Kîrê lastîkî!

Û bi navê çi?

Bi navê çand, kultur û tûrîzmê.

Yanî, bi navê çand, kultur û tûrîzmê Mêrdînîyan hêdî hêdî ji rê dibin, wan hînî germikolojî û nermikolojîyê dikin û qûşê li tore û namûsa herêmê diqetînin.

Herçiqasî hinek beşdarvanên Bîenalê li xwe zor anîne û li dijî vê bêedebîya Bîenalê derketibin jî, lê Bîenal bi destûra walîyê Mêrdînê û Şaredarîya Mêrdînê hatiye lidarxistin.

Ez serê we neêşînim, Kurdên reben di navbera Xelîl û Celîl de asê mane. Ji alîyekî dewleta virqo, ji alîyê din qasid û şirîkên dewleta virqo pêl serê wan dikin û wan di nav çand û zimanê Tirkên dolheram de dimihînin wesselam…

Ê de xwedê ahê Kurdên reben ji xêrnexwazan re nehêle rebbî…

Mêrdîn

 

About The Author