Şeytan bi me jî kenîya û bi wan jî

Belê, Henry McCollum û Leon Brown ji sala 1983 an ve di hepisxaneyek Amerîkayê de ne. Herdu brayên hev, Henry Lee McCollum û Leon Brown, sala 1983 an, xwedêgiravî ji ber sedema tecawiz û destdirêjîya keçikek 11 salî hatin girtin û piştî 30 salî serbest hatin berdan.

siyah_gençler_ABD_tecavüz_mainÇima hatin berdan?

Piştî lêkolînek 30 salî, derket holê ku herdu bra ne sûcdar in, tecawizî keçika 11 salî nekirine û bilasebeb 30 salî hepis razane. Di lêkolîna DNA de mesele eşkere bû û herdu bra piştî 30 salî serbest hatin berdan. hatin berdan, lê 30 sal ji temenê wan wenda bû û wek dibêjin, şeytan bi wan kenîya.

Serpêhatîya herdu bra, Henry McCollum û Leon Brown, wek mesela me Kurdên bakur e allahwekîl.

Piştî 35-40 salî şeytan bi me jî kenîya û heta bi qurmik di me de bir.

Em jî berî 35-40 salî bi armanca azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê derketin rê û me dest bi şer kir. Di şerê 35 salan de zêdeyî 50 hezar Kurd hatin kujtin, 4 hezar gund hatin şewitandin, Kurd mihacir bûn û li metropolên Tirkîyê hatin û tên asîmîlekirin, dibin şorbe û çeqilmast.

Û şerê 35 salan çi ji Kurdan re anî?

Komara Demokratîk a Tirkîyê!

Yek welat, yek dewlet, yek millet, yek al!

Serxwebûn û netew-dewlet ji Kurdan re heram e!

Me Kurdistan avêt teneka zibil!

Kanton, karton û kartol!

Û bi dehan quzilqurtên din…

Îcar bela Henry McCollum û Leon Brown dilê xwe bi xwe neşewitînin qurban..

Pelûla ku bi serê wan de rijiyaye, bi serê me Kurdan de jî rijiyaye.

Yanî, şeytan bi wan jî kenîya û bi me jî!

Divê em herdu alî jî xwe bi heft qalib sabûn helal bikin wesselam….

Amerîka

About The Author