Zimanê Me Nasnameya Me

mistefa dewlemendSeyda Ehmedê Xanî nêzî 300-320 salan berê armanca nivîsandina xwe ya bi Kurdî wisa tîne ziman:

Da xelk nebêjitin ku Ekrad

Bê me’rîfet in bê esl û binyad

Enwa’î Milet xudan kitêb in

Kurmanc tenê di bê hesêb in

Ehmedê Xanî di vir de bi awayekî eşkere û zelal dide nîşan ku ew ji bo ku kes nebêje ‘Çima nivîsên bi Kurdî tune ne. Ger ku Kurdî jî zimanek ji zimanên cîhanê ye, çima heta niha pirtûkek, helbestek an nivîsek bi Kurdî nehatiye nivîsandin’ nivisîye.

Melayê Cizîrî jî bi gotina xwe ya ‘çi hacet bi zimanê Şîrazî’ ji me re dide nîşan ku hacet û pêwistiya Mela û gelê Mela (Kurd) bi zimanekî din tune ye. Zimanê Kurdî têra Mela jî dike, têra gelê Kurd jî dike.

Hecî Qadirê Koyî yê ku wekî Xaniyê duyemîn tê bi nav kirin jî ji bo zimanê Kurdî wisa dibêje:

Kurdî axir çi ye eybî

Her kelamî heq e niye eybî

Lefzî Kurdî bela nebû ger debû

Wa lema beynî êdema têk çû

Him ev Seyda û Mela û Heciyên Kurdan him jî gelek kesên Kurdan ên din qedr û qîmeta Kurdî, şêrîn û xweşikiya Kurdî, xeml û rewşa Kurdî bi Kurdiyek xwerû û herîkbar anîne ziman da ku bê zanîn Kurdî jî zimanek ji zimanên cîhanê ye û ji bo gelê Kurd jî NASNAME ye.

Nasnamebûna zimanekî di axaftin û nivîsandina wî zimanî de, bikaranîna wî zimanî ya di her kêliya jiyanê de diyar e. Gava ku mirovek bi Kurdî bipeyive an binivîse an bixwîne (!), tişta herî pêşiyê ji wî/wê mirovî/mirovê were pirsîn ev e; ‘gelo tu Kurd î?’ Heman tişt ji bo Ereban jî, ji bo Tirkan jî, ji bo Belûciyan jî, ji bo Îngilîzan jî derbasdar e (her çi qas Îngilîzî îro wekî zimanê cîhanê tê pejirandin jî, dîsa gava ku yek bi awayekî xwerû û herikbar bi Îngîlîzî bipeyive an biaxive an bixwîne tişta herî pêşiyê were hişê me ev e; ‘ev Îngîlîz e’, an bi gotina civaka me ‘ev gawir e.’). Dîsa her çi qas yek bi zimanekî din wekî zimanê xwe yê ‘dayikê’ bipeyive jî bi piranî ji axaftina wî/wê diyar dibe ku ew ziman ne zimanê wî/wê ye. Wekî mînak; îro li metropolên Tirkiyê (li Bakurê Kurdistanê jî) gelek Kurd mixabin bi Tirkî dipeyivin lê ji axaftina wan (ji aliyê rêzimanî, fonetîkê û hwd. ve) diyar dibe ku ew ne Tirk in. Bi rastî ji aliyê taybetiyên fîzîkî ve jî Kurd ji Tirkan tê cihê kirin lê ev cihêkirina bi axaftinê mîsoger dibe.

Ziman, ji ber ku netewekê ji netewên din cuda dike, dibe nasname. Ev tişt ji bo ajalan jî derbasdar e. Hemû ajal xwediyê zimanên (dengên) cuda ne. Zimanê mihan cuda ye, yê hespan cuda ye, yê bizinan cuda ye, yê çivîkan cuda ye, yê fîlan cuda ye, yê şêran cuda ye û hwd.

Me bi mînak û agahiyên li jorî fêm kir ku ziman ji bo giyanweran (zindiyan) nasname ye. Belê, tenê ne ji bo mirovan an gelan, ji bo ajalan jî nasname ye.

Dîsa di zanistiyê de jî ziman xwediyê taybetiya nasnameyê ye. Îro di zanistiyê de gelek têgeh û nav hene. Kê ev têgeh an ev nav li tiştê ku kifşkiriye danîbe, bi zimanê xwe daniye û îro di cîhanê de jî ew têgeh an nav bi wî zimanî ye. Û bi vî awayî îro bi awayekî gelemperî tê zanîn ku ev tişta yekî/yeka ji ‘filan’ neteweyî kifş kiriye û diyarê cîhanê kiriye.

Em dikarin bi gelek mînakên din jî îspat bikin ku ziman ji bo gelekî/netewekê nasname ye lê ez bawerim ev qas mînak bes in. Jixwe taybetiyek ji taybetiyên ku mirovan ji ajalan cuda dike jî ziman (axaftin) e. Dîsa wekî ku Martîn Heîddeger gotiye ‘ziman mala hebûnê ye.’ Çawa ku Lûdwîg Wîttgensteîn jî gotiye ‘sînorên zimanê min sînorên cîhana min e.’ Loma jî em çi qas li zimanê xwe xwedî derkevin em dê ew qas li mal û cîhana (Kurdistana) xwe xwedî derkevin. Bi rastî Bedîuzzeman Seîdê Kurdî jî ji bo zimên tiştekî nêzî Heîddeger gotiye ‘ziman mohra qedera (hebûna) mirovan e.’ Ger ku em dixwazin li ser ‘qedera xwe’ em biryara xwe bidin divê em bi xwedîderketina li zimanê xwe mohra xwe li bin qedera xwe bixin. Da ku em bi wê mohrê werin NASÎN.

(siverekname.com)

About The Author