Mîzah, Rastî û Heqî

Gelî Lotikxanevanan. Lotikxanê ji bo Kurdîtiyê û zimanê Kurdî xwe çirand lê dengê xwe ne bir tu kesî. Heta car caran ji bo Kurd jî bibin yek ji neteweyê modern û rojavayî Lotikxane û nivîskarên wê hema li ser rûyê dinyayê çi dîtin rût kirin û berdan nav Gulîstana Lotikxanê!

Em ba? dizanin ku kêfa hermet û camêrên lotikvan gelekî ji van nivîs û wêneyên ku nivîs xemilandine re hatiye. Lê çaxê hûn li ser wan dîmen û nivîsan radibin zîtirk û tapanan, bi nermik û germikan keserekê diki?înin, em li quncikê xwe bi derdê dinyayê û jiyanê re mijûl in.
Yanî nabe ku hûn bêjin; bero?ê deynin ser êgir, bipijînin û sifrê jî li ber me raxin.
Hin kul û gazinên me jî hene. Em ji xwendevanên ku bi kêf û e?q vê malpera qerfî û lixwemikûrhatina hest û ramanên kurdewar dire?îne di?opînin ti?tekî tenê dixwazin.
Niha dîsa ?er û pevçûn bûye mijara sereke. Lotikxane jî ji neçarî vê mijara rojevê ku bandorê li derûniya me hemûyan dike derdixe pê?. Û ev jî ne mijareke qerfî û mîzahî ye. Û ji kerema xwe hûn jî madê xwe tir?o mir?o nekin. Helwesta xwe nî?an bidin û ji kêfa xwe ya jiyanê jî ti?tekî winda nekin. Guneh ne gunehê me ye û yên sûcdar jî ne em in.
Ger we heta niha guh bida qêrîn û gaziyên li ser ziman, çand, huner û dîroka xwe ev nedihat serê we. Û jiyana ku me bi germik û nermikên Lotikxanê bi kêf û ?ahî berdewam dikir li me heram nedibû. Lê heyf û mixabin ku van rojan dîsa mij û dûmaneke demdemî li ser hêvî û daxwazên me peyda bû. Wek kurdekî ji rêzê divê em ji niha û ?ûnde ?ûrê xwe tûjtir bikin û bikin wek cûzan.
Lê ne ji bo herikandina xwînê, ji bo nif?ekî ku bikaribe bi fikr û ramanên xwe, xwe ji nû ve biafirîne û destûrê nede destdirêjiya mafan. Ji ber vê jî divê em hemû hewldanên xwe ji bo pê?erojeke ronahî, rew?enbirî, hunerî, çandî û civakî bikin.
Lotikxane dibe ku malpereke qerfî be, lê bawer bikin kesên pir hêja têde hene. Ew xwe ji qîrêjiya siyasetê dûr dikin û bi rastî û heqiya peyamên xwe yên ji dil û can derdikevin hemberî we. Êdî em jî dibêjin rastî jî heye, heqî jî heye. Ba? bifikirin û kîjan ji we re lazim be wê hilbijêrin. Dibe ku rastiya heyî bi gelek kesan xwe? were, lê rêya heqiyê tenê di rastiya heyî de derbas nabe.

About The Author

4 thoughts on “Mîzah, Rastî û Heqî

  1. Law ev chi tirshik bu babam? Binêrin cîgerno, bi serê char hêlikên min be, divê heyatim Lotikxane qet u qet buyerên ku pêk tên bi zimanekî siyasî, leshkerî u generalî neweshîne lo. Ev rumeta eshqim Lotikxanê dike teneke u rê ji bo generalên ku di nav Lotikxanê da li benda cuntayekê ne, heya dawiyê vedike dînime îmanime. Meselen Lotikxane ji bo teqîna li Stembol-ê dikare bêje „Law oxlim li gor gotinên ser tenur u kolanan li bajarê tirkan yê kunde chend kelmêshên Kurdistan-ê xwe canfêda kirine u tirr di tirkên bê namus da kirine fisss. Pishtî ku kelmêshên me bi têra xwe kutane tirkên dêlegur, bê zeyiyat vegerîne nav kozikên xwe u aniha ji bo êrîsheke din xwe tuj u har dikin, filan u fistan, wîîî“.
    Shekirno, eman eman bila Lotikxane dest ji zimanê xwe yê qerfî bernede, yan na ewê Lotikxane jî bibe wek bultena siyasî abêyên bê tam u xesandî lo.

  2. Ez gori.ez beni.ez xulam.beji em KURD ci bikin?xemi kurd ,ala kurd cava berz bikit?derd u Qul cava cebar dibit?ey kurdeka

  3. Ez gori.ez beni.ez xulam.beji em KURD ci bikin?xemi kurd ,ala kurd cava berz bikit?derd u Qul cava cebar dibit?ey kurdekan!!!!! bo alakani xoman cigahi berz pewiste.lutkèyè to ba alayi KURSD CI HEYI?kes nelè kurd mirdiyè.kurd zindiyè.

  4. bawerya min bi wi ti§tè we got heye.ez dixwzim ti§teki tenè bèjim ez ji gava hatime europa ev çend salin ji pèvi malperè kurdi na xwinim;èdi xelik çidkin ew ne ari§a mine,u hun sax

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.