QEWILBÊJ Û YEXTÎYAR

Di adetên ola Êzdayetîyê de dema kesek dimire, jê re roja xêra mirî ( roja tazîyê)

Pêk tînin. Di wê rojê de  xwarina mirî tê dayîn û qewilbê? jî ji wan re qewilan dibêje.

Qewilbêj derdikeve ser cihekî bilind û kesekî ( hewceye yan ?êx an jî kesek gelek temendirêj (Yextîyar) be dide henberê xwe, bi kesatîya wî ?êxî an jî Yextîyarî xîtabî civatê dike.

Wezîfa ?êx û îhtîyarî bi tenê carûbaran gotina „belêêêêêêêêêêêêêêêê „ye.

Dema ?êx an Yextîyar dibêje belêêêêêêêê, qewilbêj dibêje : Belêya te li dinê, Xwedê û melekil Tawis ji te û cemeatê razî be; li vê dinê û wê dinê, we ji belayê bistirîne. Bereketa ?êx Hadî li ser te û haziran beeeee.

Di qewilan de qala Xwedê, avakirina dinyayê, afirandina melekan, hebûna tavê, stêrkan, hîvê , çêbûna Adem, tûfana Nuh, Silêman pêxember û ûsûl û qaîdeyên ola Êzdayetî, qencî û têkilîyên civakan û her wekî din tên gotin.

Rojekê xwarina mirî didin . Xortek wek qewilbêj derdikeve cihekîbilind û Yextîyarek 75-80 salî dide hemberê xwe û dest bi qewilan dike.

Xortê qewilbêj  dide nav viran û diçirîne hey diçirîne.

Yê Yextîyar jî carnan bêyî dilê xwe dibêje“ belêêêêêêêêêê!

Xortê qewilbêj : Belêya te li dinê ! Xwedê û Melekil Tawus te û cemeetê biparêze û ji belayê bistirîne, bereketa ?êx Hadî  li ser te û hazian beeee.

Û dîsa dest bi direwan dike, diçirîne hey diçirîne û dibêje :?êh Hadî hat bi hêstira barê xwê. Bi quweta qudretê, hêstir ji qûna derzîyê derbas kir her bi barê xwê…….

Yextîyar ?ûna ku bibêje belêêêêêê dibêje : Ya sitaaaaar, ya sitaaaar, ya sitaaaar !

Ker di dîya direwînan e…….!

About The Author

One thought on “QEWILBÊJ Û YEXTÎYAR

  1. xwudayè mihriban ya star u xezar star ji chasan,neyaran,ne kurdan.yabo hèstir ji quna derzi derbas nabit.derzi li qunà hèstir didin da bla zu bicit.yèktiyar mirovan bextiyar dikit.de gotina xwu facà,macà nebeji.tu di xwuazi deravan ji quna derzi derbas bikit?

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.