P. Kemal
KUK çî yên xwelîliser tenê man
Devliken Kelogirî
Nêçîra Masîyan!
B. Ronahî
EZ HESPÊ XWE LI KÎDERÊ GIRÊDIM
L. Şêxo
Betato û şeytan
A. Dûran
DEMA ÇANDINÎYÊ
B. Qendilê
Newroz çiye ? Newroz kî ye ?
R. Kal
PÎÎÎ EV APO NE JI ME YE !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Bi „fîftî fîftî“ ne bûn şêx û ne bûn miftî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Ev çi bû kek Mesûd?


Cemîl Cewher

Birastî çima Kurd têkilîyên bi Israîlê re wek tabû dibînin û newêrin têkilîyan pê re deynin ez fêhm nakim. Gelo têkilîyên Tirk, Faris û Ereban bi Israîlê re tunene? Hene, hem jî can û ceger in. Ma konsolosên Israîlê li welatên Ereban tunene? Hem jî çawa hene! Yan ji xelkê re adet e lê ji Kurdan re qebhet e ku têkilîyan bi Israîlê re deynin? Ev çi çîrok in, çi ?orba nîskê ye, çi çeqilmast e!

Dijminê dijminê min dostê min e.

Gotinek heye dibêjin “Dijminê dijminê min dostê min e”.

Lê xuyaye em Kurd ji bo xatirê dijminên xwe newêrin dostanîya dijminê dijminê xwe bikin û têkilîyan pê re deynin. Li gora min ev jî qebhetek mezin e û hetta kêfa dijminan jî li me tîne.

Li ser bextê fitne û fesadên Urdun û Misrê be, li gora ku sîxurên Lotikxanê radigihînin, dibêjin Serokê Ba?ûrê Kurdistanê kek Mesûd Barzanî, pi?tî hevdîtina bi Sekreterê Gi?tî yê Yekîtiya Dewletên Ereb Umer Musa re, gotiye ku „ em dixwazin peywendiyan li gel wan  welatên ku peywendiya Hikûmeta Federal a ?raqê bi wan re heye deynin. Herwiha qet peywendiyek me li gel Îsraîl tune.’’

Ê ba? e, çima têkilîyên we bi Israîlê re tunene yan çênabin bavê min?

Temamê Ereb, Tirk û Farisên qûnre? li dijî Israîlê ne (bi ser ku têkilîyên wan bi Israîlê re xurt in), dîsa temamê Tirk, Ereb û Farisên qûnre? li dijî Kurd û doza Kurdistanê ne. Ango, ev mexlûqat hem dijminatîya Kurdan û hem jî dijminatîya Israîlê dikin, naxwe çima wê ev herdu millet û welatên ku dijminên wan yek in nebin dost û bi hevre ne têkildar bin kaka?  Yaw carekê jî mêranîyê bikin, qûça Tirk, Ereb û Farisan rakin û bêjin:”Çawa ku têkilîya we bi Israîlê re hene, têkilîya me jî bi Israîlê re heye. Minneta we li serê çiyayê Bagokê û heçê qebûl neke ji xirrê mam Celal ve” ma çi dibe? Yan dinya xera dibe?

Werhasilî kelam, em zanin ku serok Barzanî polîtîka û dîplomasîyek ba? dime?îne û naxwaze dilê kesekî ji xwe bihêle. Lê qe nebe bi gotinên xwe dilê Israîlê jî ji xwe nehêlin û kêfa dijminan jî li me û Israîlê neynin kaka. Ma Israîlî ne ji Ey?ika Ereb in, wî!

Comments are closed.