Festîvala Feqîyê Teyran


 Her miletek li ser dîroka xwe ango li ser koka xwe mezin dibe. Ew jî bi nasandin û zanîna wê dibe. Lê ji ber ku dîroka me Kurdan bêtirîn bi devkî hatiye, loma em weke kes ji nasîna dîroka xwe bê par man. An jî em wê kêm û nivço dizanin. Lê êdî em jî weke miletên din bîrewir, helbestvan û qehremanên xwe li gor îmkanên heyî didin nasînê. Ev jî ti?tekî ba? û qence ku nif?ê nû wê weke me ji raberdû û dîroka gelê xwe ne pê bar bin
Ji ber vê munasebet û girîngiyê bû ku di rojên 19-20-21 Hezîrana 2010an de Festîvala Feqiyê Teyran li wanê li dar ket. Ev bû dananasîna helbestvan û fîlozofê kurd. Ji her derê cîhanê nivîskarên kurd bi saya vê Festîvala li wanê û li gundî Feqîyê Teyran li Muskê hevdu nasîn.

Bi vê munasebetê û ji bona dananasîna Feqiyên Teyran, Festîvala bi navê wî bi awayekî ba? û qenc pêk hat. Ev Festîval bû nûmûneyeke ba? û xwe?. Vê Festîvalê bi rêkpêkî bi organinazyoneke ba? pêk hat. Loma gelekî balkê? bû ku rêveberiya festîvalê ji teref du jinên kurd dihate kirin. Di vê festîvalê de jinên kurd bi xebat û jêhatîbûnên xwe dane îspakirin ku çi dema ji bona kar û barê welêt jinên kurd di rêveberiyê de cihê xwe bigirin wê ew karên ku pêve radibin bi serkev e. Loma jî Festîvala Feqiyên Teyran ba? dest pê kir û bi xwe?î qediya.

Li gor min ti?tê her balkê? ew bû ku di rêvebir û me?andina vê festîvalê ji teref du jinên kurd ve hate me?andinê bû. Loma jî van jinên kurd ango Gul?en Orhan xanim û Hêlûn Firat di wan sê rojan de xwe gelekî westandin. Lê westandina wan hêjayî pesindan û gotinêye ku du jinên kurd Festîvaleke weha bi serketî li dar xistin. Ez bi xwe wan ji dil pîroz dikin û berdewamiya karên weha ji wan daxwaz dikim.
Ji xwe jin dayik in. Loma jî dayik tim xwediyê xwe û hin teybetmendiyan in. Wan bi van taybetmendî û hunerên xwe îspat kirin ku jin ku pê?kê?iya çi bikin ew ên bi serkevin. Li aliyekî din di vê Festivalê de 12 konsulusxaneyên dewletin din jî be?darî kirin. Ewên bi me re heta gundê Feqiyê Teyran Muskî yê ji hatibana. Lê ji ber bûyereke ne xwe? ew ji wanê bi ?ûnde vegeriyan.

Bawer bikin vê Festîvalê di gelek waran de hin hêjayî û teybenmendiyên kurdan derxistin hole. Dema em berbi bajarokê “Saraybahçe” bi rê ketin hate gotin ku wê me li wir li malan belav bikin û wê her hin ji me li malên wir bibin mêvan. Ev jî adeteke kurdan ya berê bû ku em pi?tî demeke dûr û dirêj vê jiyan. Vê em birin gundê me. Gelek ji me li gundiyên Feqiyê Teyran bûne mêvan. Bi saya Festîvala wî me li gel gundiyan sohbet û gotibêjin xwe? kirin.

Di vê festivalê de Waliyê Wanê û Kaymakamê bajarokê “Saraybahçe” ji bona be?daran gelek xizmetên hêja dan. Ya xwe? ew bû ku dema ew jî di nava me de rûni?tî bûn, festivalê bi kurdî dest bi programa xwe kir. Her çiqasî wan herdu camêran axaftinên xwe bi tirkî kirin jî lê kesên li du wan karên xwe û me?andina festivalê bi kurdî kirin. Ji bona min gelekî balkê? bû ku herdu memûrên dewlata ku zêde yî 80 salan bû ku kurd û zimanê wan înkar dikirin, lê walî û qaymeqamê wan di nava kurdan de rûni?tibûn û wan festivala bi kurdî dihate bi rêvebirin, guhdarî dikirin. Zimanê festivalê bi kurdî bû û ew ji bona guhdaran bi tirkî dihate vergerandain. Her weha gotinên tirkî jî dibû kurdî.Ev bername di TRT6ê de bi awayekî zindî dihate we?andin.


Ji welatê me yê azad li gel wezîrê berê û serokê niha yê komela dostaniya tirk û kurdan brêz Feleketîn Kakayî jî hebû. Nivîskarên Dihoka rengîn li gel serokên xwe brêz Hesen Silavanî bi qasî 10 kesan be?darî vê festivala bi rûmet kiribûn. Ji swêdê jî 7 û bawerim ji seranserê dinyê ji tirkiyê bi tevayî 150 nivîskar, hunermend û helbestvanan be?darî vê kiribûn. Bi dengên xwe yên xwe? Aydin Aydin, Yekbûn û hin kesên dini jî amade bûn. Bi vê munasebetê me hemûyan hevdû nasîn. Bi hevre axifîn û xwarin.
Lê ya herî xwe? ew bû ku bavê parlementera kurd Gul?en Orhanê êvara dawî ya Festîvalê hemû mêvan li mala xwe kirin mêvan û weke adetên kurdan ew pê?ewazî kir. Odaya wî ya mêvanên hinge mezin bû ku em hemû mêvan li wir amade bûn lê dîsa cihê gelek kesên din hê jî di odeyê de hebû. Pi?tî xwarinê helbestvan o dengbêjan avêtin ber hev. Hêja Gul?en xan jî bi helbestên Melayê Cizîrî teva wan bû. Wê jî bi dengê û awazê xwe yê ?êrîn û xwe? ?eva li mala bavê xwe xemiland. Lê bavê Gul?en xanimê bi pêkenîn û gotinên xwe ?eva me heta derengî ?evê xemiland.Lê hebûna parlementerên Kurd Mîr Dengîr Firat, Abdulrehman Kurt û Gul?en Orhanê jî dive mirov ji bîr neke. Ji ber ku wan jî ji bona mêvanên Festîvalê xizmetên ba? dan.

Konsera hunermendê hêja yê ewropa Willi Restarist li gel gruba xwe bi deng û awazên ?êrîn sê stranê kurdî pê?kê?î be?darên festîvala kir.Di herdu sempozyumên Festîvalê de li ser jiyan, xebat û berhemên Feqiyê Teyran hate rawestandin.
Ji xwe çûyina ser Tirbeya Feqiyê Teyran ti?tekî hêja û bi rûmet bû. Çêkirina mezelê wî di nava wan çiya û newalan de ti?tekî xwe zayî bû. Me bi siyaran rêya 20km di 3,50 deqekan de qedand û em gihi?tin ser mezel û camiya bi nave wî hatibû çê kirinê. Li vir berê baranê dûre jî terezê li ma da.

Her weha dive mirov be?darbûna Prof.Dr. Kadir Yildirimê cigirê zanîngeha Artuklu ya mêrdînî ji bîr neke. Wî bi kurdiyeke ?êrîn xwe? û delal li ser Feqiyê Teyran û mîrtiya wî agahdariyên ba? da. Gelek kesên din jî bi be?darbûnên xwe ev Festîval xemilandin.

About The Author