P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Mîza Hindûyan û beqlawa Kurdan


Rêwîyê Kal

Yabo dibêjin van Hîndûyan  vexwarinek sosret çêkirine. Ji mîza çêlekan bi  “Xoloka Bay” gavberê Pepsî Cola û Coca Colayê û vexwarinên din derketine holê.Lewra çêlek li ba Hîndûyan pîroz e, mîza wan jî dermanê her derdî ye. Li kuçe û kolanên Hîndistanê hema diqêrin û dibêjin: “ Werin mîza çêlekê, werin mîza çêlekê, werin ama zemzem, werin dermanê mirinê” û qû?  li Colayê qetandine elawekil.

     Tirk bi ?îrê dêlegurê (Asena) û bi vexwarina ?îrê dêlik û dêleguran bûne cewrik û pesnê xwe didin. ?îrê mehînê (k?m?z) vedixwin û pê serxwe? dibin. Ev ne bes bû, îcar Hîndûyan ji mîza çêlekan vexwarina havînî çêkirin. Di germê de sar vedixwin û dil û hinavê xwe rehet dikin.

     Li ser bextê çêlekên Hindistanê be, dibêjin Hîndû dibên: “Ne ava sûsê ya Amedê, ne jî dew û çeqilmastê Serhedîyan nikare li dijê vexwarina me Xoloka Bay bibe gavber (berber-dijber) Îcar we dît bê Hîndûyan çi tirr ji me jî berdan ne?.

 Ez jî niha li ser projeyek taybet dixebitim û bi dizîka wê gav bi gav bi pê?de dibim. Min hemû zanyar û pisporên Kurdan anîn ba hev ku ji mîza ker û qantiran (hêstir)  vexwarinek tevlihev çêkim. Emê vê vexwarina taybet bi dagirkeran bidin vexwarin dibe ku koka wan biqele û em ji wan xilas bibin. Û hetta belkî ez ji pi?kul, serkul û rîxa heywanan “beqlawe” jî çêkim û li dinyayê bikim marqe ellawekîl. Çima ma Hindû ji me çêtir in babam? Ma em wek Hindûyan jî nayên ku em nikaribin ji rîxa heywanan beqlawe û helawê çêkin, wî!

We got çi, gelo ev proje ba? e yan xerab e?

Ez li benda pê?nîyarên we me ha…

Kurdistan

Ev nivîs 569 carî hatiye xwendin


3 şirove hene - “Mîza Hindûyan û beqlawa Kurdan”

  1. heval fikrate gelek bah?e ez bawerin tu serkevi herbiji
    serkeft?n j? lotikxane ra

  2. Yabo ma key li ser sheyh gozelè A,Med bijik u hekim heyi?rexmeti roja in ,li nav devè cematà mizgefta mezinda tu dikir u 5 kilo ji §ekir difrot.li nav defè mi ji tu kir u diranè min xemu ketin.hindiyè rut u taziyè abd ci rexin.

  3. Qun nini yabo fabrika bestaniyè.

Şirove bike