P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Bavê Jîndar û ê?a diran


Bavê Ronahî

Ew heyamek bû diranek bêaqilîyê yê Bavê Jîndar di dawîya qurtika ?ikefta devê wî de mabû û ew jî tê?îya. Feqîro ji ber ê?a diranê xwe ji ?orbê pê ve ti?tek nedixwar; lê bi ser hindê jî serhi?kî dikir û nediçû dirankê?.

Dîya Jîndar jê re digot:” Kuro here bikê?e peppûkooooo!” lê ji ber kû bi tenê ew diran ji xortanîya wî jêre dîyarî mabû, li ber diranê xwe diket û bi aspirîn û qeranfîlan îdare dikir.

 Berî hefteyekê ê?a diran dîsa zor dayê û aspirînek xwest. Lê dîya jîndar gotê:

” Aspirîn nînin û ma min negotibu te here dirankê?, waweylê!

Wî lê vegerand û gotê: “ Keçê ma ne ev bûn sîh sal in ez dibêjim te bi gotina doktoran bike, derî û penceran li hember hev vekirî nehêle, zêde paqijîyê neke û xwe newestîne. Tu bi ya min nakî, ma hema te carekê got, ezê bi ya te bikim? Ma mêranîya min li ku ma gidî!” û da zirtan.

Lê ji alîyê din çû diranên xwe paqij kirin û jibo çûna dirankê? xwe kar kir.

Axir çû dirankêj û kete ser kursîyê dirankê?andinê.

Dirankê? bi Almanî : Was hast tu ( çiyî te heye)

B. J:  Ich habe zahn schmertzen (diranê min dê?e)

Dirankê?: Weltsches ( kîjan)

B.J : Aless (hemi )

Dirankê? : Machen Sie mund auf (devê xwe veke)

Bavê Jîndar wek qantiran devê xwe vedike û dirankê? lê dinere ku diran di devê wî de nînin.  Bi tenê diranek di dawîya ?ikefka devê wî de maye. Dirankê? bê hemdê xwe  dest bi ken dike û dibê: “ Du  hast doch nur eine zahne ( tenê diranek te heye).

B.J : Ya, das ist aless was ich habe ( belê, heyî û neyîya min ev e).

Axir dirankê? ew dran jî kê?a.

Lê ya xirab pi?tî wê qewimî.

Ji ber narkozê û kê?ana diran, hem devê wî werimî bû hem jî tevizî bû; lewre jî ti?tek his nedikir.

 Bavê jîndar hat malê, xanimê jê re kebab havêtibûn firinê. Wî jî ji ber ku ew çend roj bûn wek adetê go?t nexwaribû,  hema wek huznîyan ( kesên ji ber birçîbûnê filitî) bi lez û bez diranên xwe yên taxim kirin devê  xwe û xwe li ber kebaban rast kir, xwar û hey xwar heta zik lê bû me?k. Lê  ji ber narkoz, werimîn û tevizînê pê nehesîya û lêva xwe ya jêrî jî bi kebaban re gez kiribû. Pî?tî çend seetan ku tesîra narkozê rabû, lêva wî dest bi janan kir. Çû ber eynikê çi bibîne,  mêro lêva xwe gez kiriye û lêva wî werimîye.

Ev bû hefteyeke vêcar ê?a lêvê dest pê kiriye û ew dikare tenê bi alîyekî devê xwe ?orbê bixwe. Ku dixwe jî, cihê brîna gezê jan dide.

Îcar gelî xwendevanan,  hema hûn hûn bin, ku we diranê xwe kê?a, wek wî bê sebir nebin û 4-5 seetan ti?tekî nexwin. An na hûnê jî wê ezabê bikê?in ellawekîl.

Pa?ê nebêjin Bavê Ronahî em hi?yar nekirin.

Ev nivîs 459 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “Bavê Jîndar û ê?a diran”

  1. wey doktoriya te pîroz be bavê Ronahî

    di gel silaan ji Berlin

    Dr.Barî Mihmud

    http://www.zahnarztinberlin.net

Şirove bike