Ji ber deynê bacê Xalis Axa rûçikandin

Xalis Axayê Liceyî ku xwedî serweteke bi milyar dolaran bû, niha dilê kûçikan pê di?ewite. Heta ji xizmetkarên xwe pere deyn dike û debara xwe wisa dike. Axa çi ji destê wî hat kir, lê ne ji dewletê re ne jî ji Ak Partiyê re bû yar!

Xalis Axa di hilbijartinan de, xwe ji bo Ak Partiyê û Teyyib Erdogan kiribû wek fedayiyekî. Lê hesabê Axayê Kurd negirt û dîsa dane bin dûvê wî û ji ber deynê bacê lotik li ser lotikan lê xistin û ew bê pû? û per hi?tin.
Xalis Axa, pi?tî jina wî ya ciwan jî dev jê berda bi tik û tênê ma û niha di ko?ka xwe ya ku dewletê dest daniye ser de rût û tazî ye.
Axayê me ji bo Teyyîb, çi ji destê wî hatibû kiribû û heta ji bo gerên hilbijartinan firokeya xwe ya taybet jî jê re terxan kiribû. Lê hesabê Xalis Axa ne girt. Teyyib bi ser ket û yê wî jî qû? qetandin jê re ma.
Mesela Xalis Axa bi awayekî e?kere û li darî çavan bi me da nî?andan ku, kurd wextê ji bo malê dinyayê û berjewendiyên jiyanê çiqas ji eslê xwe dûr bikevin jî ew dîsa ji neçarî ‘bêmane’ vedigerin ser ‘tirikê re?’!. Êdî Xalis Axayê me jî her çiqas niha xwe ba? û qenc nî?an bide jî, wî xeletiyên xwe yên herî mezin dema ku di nav dewlemendiyê de, rastiya xwe ji bîr kiribû kirine.
Yanî gelî lotikvanan, raste dibêjin, ‘dîn û îman û nijada pere nîn e’, lê em dibêjin heye. Ger Xalis Axa, bi jiyan û tevgerên xwe, xwe nekiriba qe?merê deshilatdariyê û hêza xwe ya aborî ji bo gelê xwe jî nî?an bida, dibe ku ev ne hatiba serê wî. Lê Axayê me, wek gelek kurdên zor dewlemend, xwe di nav dewlemendiyê de winda kir û her ku çû ji eslê xwe dûr ket.
Pi?tî vî halê wî yê ?erperze jî heyfa tu kesî lê nehat û malbata wî jî di nav de herkesî pihînek lê xist. Lê ew dîsa lixwe mikur nehat û hê jî dibêje, ‘Ger ez mal û milkê xwe ji dewletê bistînim, ez ê 20 febrîqeyan li bajarên kurdan vekim’. Û camêr mînak daye û ji bo bajarê Mû?ê jî gotiye, ‘Ger ez di salekê de qezenca kesane ya bajêr ji 500 dolarî nekim 5 hezar dolar bila ji vî welatî min biqewirînin’. Dît ku baweriya kesî lê nema, dixwaze bi van lotikên ji rastiyê dûr dengê xwe bilind bike.
Êdî hûn bifikirin, pi?tî ku qûna Axayê me tazî bû, hewl dide ku lotikên zêdeyî xwe bavêje.
Her wiha Xalis Axa, ku doza xwe ya li hemberî dewletê qezenc neke wê vegere Liceyê. Û li wir dixwaze here ser rezê ku ji bav û kalan jê re maye. Û bê ?erm û fêdî dibêje, ‘ez ê dîsa bibim kesê herî dewlemend ê Liceyê’. Ev lotikên dewletê yên qerase xuyaye têra wî ne kirine û hê jî nahewe jixwe re.
Xalis Axayê rûçikandî hi? û aqilê xwe bi dewlemendiyê xwariye û hê jî dev ji ya xwe bernade û di 83 saliya xwe de dixwaze vegere rojên xwe yên berê.

About The Author