Başe ku ne otobos e

Belê, melayê me, ango Mela Elî Kelek berî niha bi demekê di kanalek televizyonê de  mîza xwe vexwaribû û lotikek kesanedî avêtibû. Niha jî lotikek di derbarê jinan de avêt.

Elî Kelek, di malpera xwe de wêneyê xwe û xanima xwe weşandiye. Xanima wî çarçefkirî ye û melayê me jî bi kêf li cem xanima xwe rûniştiye, bi eşq bi destê wê girtiye. Eynen wek Leyla û Mecnûn û Siyamend û Xecê ne.

Mele Eli kelek

Axir, melayê me di şiroveya wêne de wilo gotiye:

Kesê ku jina wî bi Hîcab be (çarçefkirî be), ew jin tenê jina wî ye, nabe para kesekî dîn. Kesên ku jina wî ne bi Hîcab be, jina wî TAKSÎ ye, para her kesî ye“.

Yanî, jina çarçefkirî tenê jina mêrê xwe ye (li ser bextê Elî Kelek be). Û jina ne çarçefkirî wek taksîyê ye, her kes kare lê siwar be (bazde ser).

Ê ma em çi bêjin xalê Elî Kelek…
Mala te û bavê te ava…

Başe ku te negotiye wek „otobosê“ ye.

Taksî be îdare dibe, herî zêde 5 kes lê siwar tên.

Lê otobos?

20, 30, 40!

Îcar kesên ku jina wan servekirî û ne çarçefkirî bin, bila dilê xwe bi xwe neşewitînin gelî xwendevanan.

Şikra xwe bi taksîya Elî Kelek  bînin û ne bi otobosê..

Hewlêr

About The Author