Balkêş e, piştî kujtina 8 leşkirên li Oreman a Şemzînanê, hevserokê BDP cîgerim Selahattîn Demîrtaş bang li PKK kir ku êdî çekên xwe deyne û dev ji lotikên şer berde.
Ecêb e, Seloyê me belkî cara yekê ye bang li PKK û generalên Qendîlê dike û dibêje „dev ji çalakîyên çekdarî berdin“ . Ev lotika Seloyê me bi awayekî flaş di televizyon û çapemenîya nivîskî de hat weşandin û dengek bi dû xwe xist.
De xwedê xêr bike rebbî…
Piştî lotika xaltîka me Leyla Zana, îcar Seloyê me jî „çek û sîlehan re dibêje êdî bes e“. Belkî ev lotik lotikek taktîkî ya siyasetê be, belkî ji bo xweparaztina ji zîtirkên Tirkan be. Lê çi dibe bile bibe, êdî tu wateya „şerê bê armanc“ nemaye..
Amed
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin