MA TU MIXTARÊ KÊFA MİN Î ?

Hûn zanin, zemanê berê li welêt berfeke dijwar dibarî. Bi berfok û bêran ser xanîyan ji berfê pakij dikirin.

Rojekê wisa berf dibare, bager e, tofan e. Ji Kurdên me yên hêla Sêwasê gundîyek bi berfokê radibe ser xanî ku berfê pakij bike. Cînarê wan Qûlî jî dike biçe destavê  birî, wê demê avdestxane tunebûn. Hema kê cîhek talde bidîta li wir rûdinişt hewceyîya xwe bi cîh dianî. Qûlî hema tê di bin diwarê malê de rûdinê dirî. Oso bi berfokê berfê ji ser xênî berhev dike û bi ser Qûlî de tîne xwarê, haya wî ji Qûlî tune ku li wir dirî. Ser û guhên Qûlî di nav berfê de dimîne, revî revî  şalê xwe dikşîne û ji Oso re dide çêra. Bi dengê Qûlî lawê wî jî derdikeve ber derî.

Oso dibê “ Tu fedî nakî ji min re didî çêra, ma min çi kir?

Qûlî dibê “ Tuyê êdî çi bikî, te  berfa xwe bi ser min de kire xwarê law, te nehişt ez birîm

Oso dibê “ Êê  law ma te cîh nedît tu hatî di bin  pasarê xanîyê min de dirî  ne ?

Lawê Qûlî jî dibê “ Oso ma tu mixtarê gûyê bavê minî ? Li ku dirî ji te re çi ? Kêfa bavê  min li ku  tê, wê li wêderê birî “ filan û bêvan.  Bi çoyan serî û guh li hev  dişkînin. Werhasil, şer û pêvçûnek giran  li ser gû derdikeve.

Van rojan dîsa şerek dijwar  dest pê kir, ciwanên me tên kuştin.  Hêvîya min ewe ku ev şerê gû li me negere. Em direvin narevin ji vî şerê  bi gû xilas nabin. We bi her tiştî de rît ê de de safî bikin qurban… Xwedê hevza me bike rebbî!

About The Author